Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê şaredariyê ku di hilbijartinên xwecihî de DEM Partiyê bi dest xistibû li ser tabelaya navê şaredariyê nivîsa “Şaredariya Îdirê” hat zêdekirin.
Şaredariya Îdirê li tabelaya avahiya şaredariyê ya bi nivîsa “T.C. Igdir Belediyesi” zimanê Kurdî jî lê zêde kir û tabela bi du zimanî hat daliqandin.
Di hilbijartinên 31ê Adara 2024an yên xwecihî de Mehmet Nurî Guneş ji DEM Partiyê serokatiya şaredariyê bi dest xistibû.
Divê were gotin ku girêdayî pêvajoya tê birêvebirin tê xwestin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û bi awayekî fermî bê naskirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse