Dihok (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo 450 bûk û zavayan li Dihokê daweteke bikom saz kir.
Berpirsê PDKyê yê Dihokê da zanîn ku ew dê 10 milyon dînarên Îraqî wekî alîkarî bidin her bûk û zavayekî.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) doh di salvegera 79emîn a damezirandina xwe de li Dihokê ji bo 450 bûk û zavayan (900 kes) bi amadebûna malbatên wan daweteke bikom li dar xist.
Berpirsê PDKyê yê Dihokê Yûsif Sebrî li ser mijarê ji Nûçegihanê Rûdawê Huner Reşîd re got, “Ev ji bo ciwanan diyariya cenabê Serok e.”
Yûsif Sebrî diyar kir ku dê mesrefên dawetê li ser Partiya Demokrat a Kurdistanê bin û dê 10 milyon dînarên Îraqî jî wekî diyarî bidin her bûk û zavayekî.
Sebrî da zanîn ku bûk û zava ji hemû navçeyên parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ne.
Berpirsê PDKyê yê Dihokê Yûsif Sebrî got:
“Li ser fermana Serok Mesûd Barzanî, destnîşankirina bûk û zavayan bêyî liberçavgirtina nêrînên hizbî, siyasî, dînî û neteweyî bûye û Kurd, Ereb, Asûrî, Kildan, Siryan, Misilman, Êzidî û Xiristiyan tê de beşdar in.”
Partiya Demokrat a Kurdistanê 16ê Tebaxa 1946an hat damezirandin.
Destpêkê navê wê Partiya Demokrat a Kurd bû lê piştre di kongreya 3yemîn a li Kerkûkê de biryar hat dayîn ku navê wê bibe Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).
#VÎDEO - Li Zaxoyê ji bo zewaca 90 bûk û zavayan şahiyek hat lidarxistin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 16, 2025
🎙️Hevkarê me Xerîb Mecîd li şahiyê ye û zanyariyên zêdetir dide pic.twitter.com/UigUg3UV52
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse