ÎRAN - Girtiyek bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê hat îdamkirin

17-09-2025
RÛDAW
Nîşan Babek Şehbazî Îran Îdam Mossad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê kesek bi îdiaya ku ji bo saziya sîxuriyê ya Îsraîlê Mossadê xebitiye îdam kir.

 Malbata wî dibêje ku ew ji ber şandina nameyekê ji Serokê Ukraynayê re hatiye girtin û cezakirin.

Dezgeha Dadweriyê ya Îranê ragihand ku îro sibehê li Girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê, cezayê bidarvekirinê yê Babek Şehbazî hatiye bicihanîn.

“Agahî didan Îsraîlê”

Şehbazî destpêka 2024an ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin.

Li gorî rapora Dezgeha Dadweriyê ya Îranê, wî ji ber pîşeya xwe karîbû agahiyên hestyar û veşartî yên derbarê sazî û dezgehên ewlehiyê û berpirsên Îranê bide Îsraîlê.

Şehbazî di warê sêwirandin û montajkirina amûrên sarkirinê yên pîşesaziyê yên şirketên girêdayî saziyên telekomunîkasyon, leşkerî û ewlehiyê de kar dikir.

“Ji ber nameya ji bo Zelenskyy hat girtin”

Malbata wî red dike ku Babek Şehbazî sîxurî ji bo Îsraîlê kiribe û dibêje piştî ku wî li ser torên civakî nameyek ji Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re şandiye û tê de amadehiya xwe nîşan daye ku biçe Ukraynayê û li dijî Rûsyayê şer bike, hatiye desteserkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê dibêje, Babek Şehbazî ji ber nivîsandina wê nameyê ji Zelenskyy re hatiye desteserkirin û 9 mehan di bin lêpirsîn û şkenceyê de maye da ku li xwe mikur bê ku sîxurî ji bo Îsraîlê kiriye.

Piştî şerê Îran û Îsraîlê herî kêm 8 girtî li Îranê bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê hatine îdamkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê her wiha ragihand ku îsal herî kêm 940 kes hatine îdamkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst