Li Îranê 2 kes bi hinceta DAIŞ û sîxurtiya ji bo MOSSADê hatin îdamkirin

06-08-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îdam MOSSAD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê, cezayê îdamê yê Mehdî Askarzadeyê ku bi endamtiya DAIŞê dihat tometbarkirin û Ruzbeh Vadî yê ku dihat îdiakirin sîxurî ji bo servîsa îstixbaratê ya Îsraîlê MOSSADê kiriye, hat bicihanîn.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê daxuyaniya nivîskî ya desthilata dadweriyê ya li ser mijarê weşand.

Li gorî daxuyaniyê, cezayê îdamê yê Askarzade û Vadî yê ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû pesendkirin, serê sibehê hat bicihanîn.

Hat diyarkirin ku Askarzadeyê endamê DAIŞê, bi wergirtina perwerdeya leşkerî û îdeolojîk a li Sûriye û Îraqê, beşdarbûna şerê li Sûriyeyê û amadekirina çalakiyan li Îranê hatiye tometbarkirin.

Hat zanîn ku Ruzbeh Vadiyê ku bi hinceta sîxuriya ji bo Mossadê dihat darizandin, li saziyeke girîng a welêt kar kiriye û bi rêya medyaya civakî bi ajanên Mossadê re li Viyanaya paytexta Awistiryayê hevdîtin kiriye.

Her wiha hat îdiakirin ku Vadî agahiyên derbarê zanyarekî nukleerî yê Îranî de ku di êrişên dawî yên Îsraîlê de hatibû kuştin, derxistine derve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst