Polîsê Qumê: 22 sîxurên MOSSADê hatine desteserkirin

21-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Mossad Mihemed Reza Mîrheyderî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê Polîsên Qumê ragihand ku herî kêm 22 kes li parêzgehê bi tohmeta "sîxuriyê" hatine desteserkirin.

Her wiha îdia dike ku pêwendiya hinek ji wan rasterast bi MOSSADê re hebûye.

Rêveberê Giştî yê Polîsên Parêzgeha Qumê Mihemed Reza Mîrheyderî ragihand ku ji destpêka şerê navbera Îran û Îsraîlê ve, herî kêm 22 kes bi tohmeta "sîxuriya ji bo MOSADê" desteser kirine.

Li gorî Mihemed Reza Mîrheyderî, hinek ji tohmetbaran pêwendiya wan a rasterast bi MOSADê re hebûye û beşek jî "bi armanc" hewl daye raya giştî têk bidin û alîgiriya êrişên Îsraîlê bikin.

Desteserkirina wan tometbaran di demekê de ye ku Rêveberiya Polîsên Îranê hilweşandina çendin "torên sîxurîyê" û destdanîna ser teqemenî û hejmareke zêde ya dronan li navçeyên cûda piştrast kiriye ku armanca wan ew bû ji bo "karê têkder û tirstandina xelkê" bi kar bînin.

Şerê Îran û Îsraîlê ji roja Înê 13ê Hezîrana 2025an ve dest pê kiriye û heta niha berdewam e.

Şer heta niha zerereke zêde gihandiye her du aliyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst