Îranê kesekî bi hinceta 'sîxuriya ji bo Îsraîlê' îdam kir

Duh li 02:46
RÛDAW
Nîşan Îran Îdam Îsraîl Sîxur Elî Erdestanî MOSSAD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Dadê ya Îranê ragihand ku wan kesek bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê bi dar ve kiriye.

Desthilata Dadê ya Îranê îro daxuyand ku berê sibehê kesekî bi navê Elî Erdestanî hatiye bidarvekirin.

Hat diyarkirin ku Elî Erdestanî bi tohmeta "sîxurî û dayîna zanyariyên hestyar ên Îranê ji bo saziya îstixbarata Îsraîlê" (MOSSAD) hatibû girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ceza îro sibehê hatiye bicihanîn" lê behsa cihê bidarvekirinê nehat kirin.

"Zanyariyên hestyar dane Îsraîlê"

Ajansa Mîzanê ya girêdayî Desthilata Dadê ya Îranê îro ragihand:

"Elî Erdestanî yek ji sixurên serekî yên dijmin bû û zanyariyên hestyar ên Îranê dane saziya îstixbarata Îsraîlê."

Li gorî daxuyaniya Desthilata Dadê, Elî Erdestanî bi rêya torên civakî pêwendî bi îstixbarata Îsraîlê re daniye û li hemberî pere û hinek sozan ji bo Mossadê kar kiriye.

"Li hemberî pereyan wêne û dîmen şandine"

Desthilata Dadê ya Îranê li ser hûrgiliyên karê wî jî ev zanyarî dan:

"Wî kesî bi fermana efserên Mossadê wêne û dîmenên hinek cihên taybet ên li Îranê girtine, zanyarî li ser wan cihan berhev kirine û dane Mossadê.

Li hemberî vê yekê jî bi diravên dîjîtal pere wergirtine."

Hat destnîşankirin ku Elî Erdestanî di dema darizandinê de li xwe mikur hatiye û dadgehê cezayê îdamê daye wî.

Pişt re Dadgeha Bilind a Îranê biryar pesend kiriye û ceza îro hatiye bicihanîn.

Di daxuyaniyê de behsa dem û cihê girtina Elî Erdestanî nehatiye kirin.

Piştî şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê re, li Îranê 10 kes bi tohmeta sîxuriyê hatine bidarvekirin ku tohmeta 7 ji wan "sîxur bûne û hevkariya bi Îsraîlê re" hebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst