Hewlêr (Rûdaw) - Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) dê raporekê pêşkêşî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bike.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li Amedê ne.
Numan Kurtulmuş û şandeya pê re dê biçin serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat 11ê mehê li parêzgeha Amedê panelek li dar xistibû.
Di encamnameya panelê de hatibû eşkerekirin ku nûnerên medyayê, akademîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li ser zimanê nûçeyan, berpirsyariya exlaqî û bandora civakî ya di pêvajoyên aştiyê de nîqaş kirine.
Her wiha hatibû diyarkirin ku beşdaran amaje pê daye ku zimanê nûçeyan ê ku di dema şer û pevçûnên demdirêj ên li Tirkiyeyê de tê bikaranîn, gelek caran polarîzasyona civakî kûrtir dike û tekez kiribûn ku medya divê di avakirina aştiyê de roleke veguherîner bilîze.
Rapora ku di encama panelê de hatiye amadekirin îro dê ji Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û hejmarek endamên komîsyonê re bê pêşkêşkirin.
Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat ragihandibû ku di vê pêvajoyê de ew dê wekî “însiyatîfeke sivîl” û di asta neteweyî û navneteweyî de kar û xebatên “rojnamegeriya aştiyê” bidomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse