Amed (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, li Amedê beşdarî merasîma vekirina sala akademîk a Zanîngeha Dîcleyê bû û derbarê pêvajoya çareseriyê de axivî.
Numan Kurtulmuş got, "Em dê vê carê bi ser bikevin, vê carê aştî dê serwer be, vê carê aramî dê serwer be, vê carê biratî dê serwer be."
Kurtulmuş di destpêka axaftina xwe de Amed wekî navendeke girîng a şaristaniya mezin a Kurd û şaristaniya Îslamê bi nav kir.
Numan Kurtulmuş got, "Amed yek ji wan bajarên me yên nadide ye ku senteza di navbera Rojhilat û Rojavayê de, di navbera Mezopotamya û Anatolyayê de bi awayekî herî baş pêk aniye."
"Tecrûbeya aştiyê ya Tirkiyeyê dê bibe mînak"
Serokê Parlamanetoya Tirkiyeyê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û da zanîn ku ev tecrûbe dema bi ser keve dê li cîhanê bibe mînak.
Numan Kurtulmuş wiha domand:
"Tecrûbeya aştiyê ya Tirkiyeyê, dema bi serkeftî bi dawî bibe, dê li gelek zanîngehên cîhanê, li fakulteyên zanistên siyasî û beşên civaknasiyê wekî modelekê bê xwendin û nîşandan.
Ji bo vê, divê her kes ji odeyên xwe yên bertekdayînê derkeve û li ser berjewendiya hevpar a vî welatî bifikire."
Kurtulmuş bangî aliyên siyasî kir ku dev ji rojevên xwe yên teng berdin û li ser berjewendiya 86 milyonî û hemû gelên herêmê bifikirin.
"Zimanê zikmakî wekî şîrê dayîkê helal e"
Numan Kurtulmuş di axaftina xwe de mafê zimanê zikmakî jî parast û gotineke ku gelek bal kişand bikar anî.
Kurtulmuş di berdewamiya axaftina xwe jî de got,"Zimanê zikmakî wekî şîrê dayîkê helal e.
Li vî welatî ti kes nikare ji ber ku dixwaze zimanê xwe bi kar bîne bê darizandin. Li ser ziman cudakarî nayê kirin."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi ayeteke Quranê kir û got ku cudahiya zimanan nîşana hebûna Xwedê ye û di ferhenga neviyên Alparslan û Selahedînê Eyûbî de cihê nijadperestiyê nîne.
"Vê carê yan em dê bi ser kevin yan emperyalîst"
Kurtulmuş êrişên Îsraîlê yên li ser Rojhilata Navîn jî bi bîr xist û got ku armanca emperyalîstan perçekirina herêmê ye û wiha pê de çû:
"Ev zêdetirî sedsalekê ye ku bi tezên Sykes-Picotê yên 'parçe bike û birêve bibe' Rojhilata Navîn anîne vê rewşê.
Armanca wan ew e ku hîn zêdetir parçe bikin. Armanca me ew e ku em hîn zêdetir yekîtiyê çêbikin.
Sînor danîn navbera gelên herêmê lê nekarîn dilê wan ji hev biqetînin. Gelo çi Nisêbînê ji Qamişloyê û çi Sirûcê ji Kobaniyê cuda dike?
Vê carê yan em dê bi ser kevin yan emperyalîst. Em dê teqez bi ser kevin."
Numan Kurtulmuş axaftina xwe bi van gotinên Kurdî bi dawî kir: "Bila yekîtî hebe, em dil bi dil, dest bi dest bin, bila aştî di navbera me de esas be."
#VÎDEO - Numan Kurtulmuş li Amedê ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 17, 2025
🔸 Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û şandeya pê re beşdarî merasîma vekirina sala akademîk a Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê bûn
🎙️ ❝Tiştê ku xelkê Nisêbînê ji xelkê Qamişloyê cuda bike çi ye û yê ku xelkê Sirûcê ji xelkê Kobaniyê… pic.twitter.com/PXX42HVlq3
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse