Hewlêr (Rûdaw) – HPGya baskê leşkerî yê PKKyê nasnameyên 6 gerîlayên xwe yên ku li herêma Zapê canê xwe ji dest daye bi raya giştî re parve kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayan sala 2022yan li herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên gerîlayan wiha ne:
Mîlad Şêrko Zerîn: Nasnavê wî "Dengtav Gîvara" ye û li Sineya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Sema Dalçîçek: Nasnavê wê "Raperîn Karaz" e û li navçeya Karazê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Dilşa Ehmed: Nasnavê wê "Nûjiyan Egîd" e û li Tirbespiya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Ehmed Furkan Kaya: Nasnavê wî "Ronî Çiya Alîdaş" e û li Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Hesen Alî Alîso: Nasnavê wî "Bawer Qamişlo" ye û li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Mistefa Seydo: Nasnavê wî "Dilsoz Kobanê" ye û li Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse