Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir.
Polîsan hewl da ku rê li ber hildana Alaya Kurdistanê bigire û alayan kom bike lê endamên partiyê destûr neda.
Birêvebir û endamên PWKyê yên Qoserê, kesayetên serbixwe û nûnerên hinek partiyên Rojavayê Kurdistanê, îro bi Alayên Kurdistanê li Cadeya Rihayê ya li pêşiya avahiya PWKyê kom bûn.
Koma ku xwest Roja Alaya Kurdistanê pîroz bike rastî astengiya polîsan hat.
“Nabe hûn van alayan hildin”
Polîsên Qoserê midaxele kir û ji beşdaran re got, “Nabe ku hûn van Alayên Kurdistanê hildin û daxuyaniyê bidin.”
Polîsan xwest ku Alayên Kurdistanê ji destên beşdaran bigirin û dest deynin ser wan.
Lê beşdarên çalakiyê li ber xwe da, serî netewand û Alaya Kurdistanê radestî polîsan nekir.
Piştî rageşiyê Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê Nezîr Gelerî li ber sîbera Alayên Kurdistanê daxuyaniya partiyê xwend.
Hat ragihandin ku hejmareke zêde ya polîsan li ber avahiyê sekinîne, nasnameyên beşdaran kontrol kirine û xwestiye zextê li wan bikin.
Semînera li ser Roja Alayê
Piştî daxuyaniya li ser Cadeya Rihayê, beşdar derbasî avahiya partiyê bûn.
Li avahiyê bi beşdariya siyasetmedar û rewşenbîran semînerek li ser wate û girîngiya Roja Alaya Kurdistanê hat dayîn.
Di semînerê de nûnerên PDK-Bakur, PDK-Sûriye, Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (El Partî) û Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li Sûriyeyê jî amade bûn.
PWKyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û helwesta polîsan şermezar kir û got:
“Midaxeleya polîsên Qoserê nîşana bêrêziya li Alaya Kurdistanê ye.
Ev nîşana bêtehamuliya wan a li dijî nirxên miletê Kurd û azadiya ramanî û rêxistinî ye.
Em êrişa polîsan a li ser çalakiya PWKyê ya ji bo Roja Alaya Kurdistanê şermezar dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse