Bi hezaran kesan navên xwe li Projeya Antîtobakoyê tomar kirin

18-01-2025
RÛDAW
Nîşan Kampanyaya 'Antîtobakoyê' Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi 4emîn Kampanyaya Antîtobakoyê kir.

Di 18 rojên ragihandina Projeya Antîtobakoyê ya îsal de nêzîkî 10 hezar kesan navên xwe tomar kirine.

Bi sedan kesan jî bi rêya klînîka Antîtobakoyê dev ji cixare, nargîle û cixareya elektronîk berdaye û ew tên şopandin.

Îsal ji bo cara çarem Rûdawê serê salê Kampanyaya Antîtobakoyê ragihand û heta niha zêdetirî 10 hezar û 800 kesan navên xwe tomar kirine.

Kampanya ji bo belavkirina hişyariyê ya li ser kişandina cixare, nargîle û cixareya elektronîk e û wekî beşek ji kampanyayê, klînîkek li Nexweşxaneya Par a Hewlêrê hat vekirin.

Armanca Kampanyaya Antîtobakoyê parastina welatiyan ji cixare, nargîle û cixareya elektronîk e.

Li klînîkê bijîşkên pispor ên sing û bêhnê, bijîşkên giştî û tîmên perestariyê hene.

Her wiha amûrên bijîşkî yên pêwîst ji bo pişkinîn û çareseriya beşdaran hatine dabînkirin.

Ji bo beşdariyê divê hûn di vê formê de navê xwe tomar bikin yan jî pêwendiyê bi +9647513233353 an jî +9647713233353 re dayînî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst