Salek di ser re derbas bû: ‘Zeviyên Kurdan di destê Erebên hawirde de ne’

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Kurd Zevî Erebên Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî salekê di ser qebûlkirina yasaya vegerandina zeviyên dagirkirî re derbas dibe lê hîn li Kerkûkê nehatiye bicihanîn.

Nûnerekî cotkaran eşkere kir ku zêdetirî 23 hezar donim zeviyên Kurdan di destê Erebên hawirde de mane û berpirsek jî sedemê bi hikûmetê ve girê da.

Nûnerê Cotkarên Kurd ên Kerkûkê Mihemed Emîn îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Heta îro yasaya vegerandina zevî û milkan a xwediyên wan nehatiye bicihanîn û ji ber vê yekê bi hezaran donim zeviyên cotkarên Kurd di destê Erebên hawirde de mane."

Mihemed Emîn da zanîn ku tenê li du navçeyên Kerkûkê 23 hezar donim zevî ji aliyê Erebên hawirde ve tên bikaranîn ku 17 hezar donim li sînorê navçeya Daqûqê û 6 hezar donim jî li sînorê navçeya Dubizê ne.

Mihemed Emîn derbarê zeviyên sînorê nahiyeya Sergeranê got:

"Nêzîkî 44 hezar donim zeviyên 14 gundan hatine tomarkirin û niha di destê Kurdan de ne lê heta ku tapoya wan venegere û bi fermî peymanên Erebên hawirde neyên betalkirin, ew jî di metirsiyê de ne."

Nûnerê cotkarên Kerkûkê sedema bicihneanîna yasayê bi wê yekê ve girê da ku "Hikûmeta Îraqê naxwaze bi cih bîne."

Mihemed Emîn her wiha rexne li nûnerên Kurd girt û anî ziman:

"Berpirs û parlamenterên Kurd li Bexdayê nikarîne zexteke wisa bikin ku yasa wekî xwe were bicihanîn."

Mihemed Emîn amaje pê kir ku niha hinceteke din derketiye ku ew jî ew e "Hikûmeta Îraqê bûye hikûmeta karbirêker û kes amade nîne berpirsyariya bicihanîna wê bigire stûyê xwe."

Yasaya vegerandina zeviyan ku 21ê Kanûna Paşîn a 2025an li Parlamentoya Îraqê hat pesendkirin, pêwendî bi 300 hezar donim zeviyên Kurd û Tirkmenan ve heye li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî ku li gorî 8 biryarên Encumena Serkirdayetiya Şoreşê ya desthilata berê (Beas) desteserî li ser hatibû kirin.

Serokê Komîteya Çandiniyê ya Encumena Kerkûkê Ebdullah Mîrweys îro ji Rûdawê re ragihand:

"Yasa ji Encumena Dewletê re hatiye şandin, divê ew bişînin Encumena Wezîran û ji wir jî rênimayên bicihanînê ji aliyan re bên şandin.

Ji bo derxistina yasayê Kurd yekdeng bûn lê ji bo bicihanîna wê ti yekdengî û zextek nayê dîtin."

Wî tekez kir ku di vê kabîneyê de ku bûye karbirêker, bicihanîna yasayê "ne muhtemel e" û dimîne piştî avakirina hikûmeta nû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst