Aloziya li Kerkûkê berdewam e: Cotkarên Kurd nikarin genimên xwe biçinin!

10-05-2024
RÛDAW
Cotkarên Kurd nikarin genimên xwe biçinin!
Cotkarên Kurd nikarin genimên xwe biçinin!
Nîşan Kerkûk Kurd Erebên Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Pelkaneyê yê Kerkûkê aloziya di navbera cotkarên Kurd û Erebên hawirde de berdewam dike.

Rê nayê dayîn ku cotkarên Kurd genimên xwe biçinin.

Serokê Komîteya Parastina Cotkarên Kurd Mihemed Emîn ji Rûdawê re eşkere kir ku heta niha li çend gundan rê nehatiye dayîn ku cotkarên Kurd genimên xwe biçinin.

Artêşa Îraqê 28ê Nîsanê biryar da ku cotkarên Kurd li 5 gundên nahiyeya Sergeranê genimên xwe neçinin.

Ji 28ê Nîsanê ve li herêmê alozî heye.

Mihemed Emîn amaje bi wê yekê kir ku artêşa Îraqê ji wan re eşkere kiriye û ferman hatiye ku rê nedin cotkarên Kurd genimên xwe biçinin û ew dê li ser fermanê jî rê bidin ku cotkar genimên xwe biçinin.

Hêza Fermandariya Yekîneya 8 a Îraqê rê li ber çinîna genimên cotkaran girtiye.

Ew zeiyên ku rê nayê dayîn werin çinîn 50 hezar donim in.

Cotkarên Kurd parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Îraqê ji aloziyan agahdar kiriye.

Li gorî gotina Mihemed Emîn biryar hatiye dayîn ku komîteyek ji bo herêmê were şandin lê heta niha nayê zanîn bê ka dê komîte kengî were şandin û ji kê pêk tê.

Erebên hawirde li dijî Kurdan kon vegirtibûn

Hefteya borî çend Erebên hawirde li gundê Pelkaneyê kon vegirtibûn û xwepêşandan kiribû.

Mihemed Emîn amaje bi wê yekê kir ku ew Erebên hawirde yên xwepêşandanê dikin ne xelkê herêmê ne û ew jî dixwazin zeviyên Kurdan ji wan bistînin.

Ew Erebên hawirde yên kon vegirtine hinek ji wan daxwaza xanî, hinek ji wan daxwaza zevî û hinek ji wan jî daxwaza qerebûkirina madeya 140 a destûra Îraqê dikin.

Li Pelkaneyê alozî berdewam dikin. Îro hêzeke zêde ya Îraqê li herêmê bi cih bûye.

Mihemed Emîn da zanîn ku ew jî li herêmê kom bûne û zeviyên xwe diparêzin.

Mihemed Emîn diyar kir ku 2 nobedarên zeviyên Kurdan îro ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îraqê ve hatin desteserkirin û tê çaverêkirin ku îro werin berdan.

Pelkane girêdayî nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê ye.

Piştî 16ê Çiriya Pêşina 2017an Erebên hawirde hewl didin zeviyên cotkarên Kurd dagir bikin.

Kurd zeviyên xwe diparêzin

Gundên nêzîkî Sergeranê yên Kurdan e û Erebên hawirde hewl didin bi zorê wan gundan ji destê Kurdan derxin.

Li gundê Pelkaneyê heta niha Erebên hawirde 8 gundên Kurdan dagir kirine û ji bo guhertina demografiya herêmê bi dehan Erebên hawirde anîne herêmê.

Li aliyê din li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê jî Erebên hawirde yên serdema Beasê hewl didin 50 hezar donim zeviyên Kurdan ji wan bistînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst