Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihand

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Seferberî Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li dijî êrişên dawî yên komên çekdar ên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê seferberiya giştî ragihand û bangî ciwanan kir ku çekan hilgirin.

Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku komên çekdar ên hikûmeta demkî ya Şamê, Tirkiye û şaneyên DAIŞê êrişî herêmê dikin.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got:

"Komên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê rêkeftin binpê kirine û ji doh sibehê ve ji gelek aliyan ve êrişî hêzên me dikin."

Rêveberiyê destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên dîtina çareseriyên aştiyane û nîşandana niyeta baş a vekişîna ji hinek herêman, "Şam li ser şer û bijardeya leşkerî israr dike."

"Tevlî şerê parastina rûmetê bibin"

Rêveberiya Xweser bangî gel kir ku amade bin, prensîba xweparastinê esas bigirin û li dora hêzên leşkerî kom bibin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bajarên xwe biparêzin û tevlî şerê parastina rûmetê bibin."

Hat diyarkirin ku armanca van êrişan "têkbirina xwişk û biratiyê, derxistina fitne û tundiyê ya di navbera pêkhateyan de û ferzkirina yekrengiyê ye."

"Em seferberiya giştî radigihînin"

Rêveberiya Xweser tekez kir ku herêm di qonaxeke werçerxê de ye û wiha pê de çû:

"An em dê li ber xwe bidin û bi rûmet bijîn an jî dê hemû cureyên zilm û heqaretê li ser me werin kirin.

Li ser vê yekê em seferberiya giştî radigihînin û bangî gelê xwe dikin ku bersiva vê bangê bide û piştgiriyê bide HSD û YPJyê."

Banga li ciwanan: Çekan rakin

Rêveberiyê bi taybetî bangî ciwanan kir ku çekan rakin û li hemberî êrişên li herêmên Cizîr û Kobaniyê bisekinin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin:

"Divê em bizanin ku em li pêşberî şerê hebûnê ne.

Ji bo em destkeftiyên şoreşa xwe û nasnameya xwe biparêzin, yek bijarde heye ew jî berxwedana gel e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst