Hewlêr (Rûdaw) - Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi daxuyaniyeke berfireh hişyarî da ku bi bijardeya leşkerî paşerojeke hevpar li Sûriyeyê ava nabe û bangî Amerîka û hêzên navneteweyî kir ku li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê destwerdanê bikin.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di daxuyaniya xwe de bal kişand ser “qonaxa krîtîk a piştî rûxîna rejîma Beasê û metirsiya ducarebûna heman sîstemê ya di bin navê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) de.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî têkçûna rejîma Beasê, hemû pêkhateyên Sûriyeyê di qonaxeke hestyar re derbas dibin.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk hişyarî da û got:
"An li Sûriyeya nû dê ji bo her kesî pergaleke demokratîk were avakirin, an jî rejîma Beasê dê xwe di şexsiyeta HTŞyê de jinûve bide jiyandin."
Hat destnîşankirin ku Hikûmeta demkî ya Şamê li şûna amûrên demokratîk, her tim serî li "bijardeya leşkerî" dide û ev yek jî hêviya paşerojeke aştiyane ji holê radike.
Êrişên li ser kêmîneyan û metirsiya DAIŞê
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bal kişand ser êrişên li dijî pêkhateyên cuda û got:
"Êrişên ku li ber çavên cîhanê li ser Durzî, Elewî û Kurdan pêk tên, nayên qebûlkirin.
Ji ber êrişên li dijî Kurdan, DAIŞ jî xwe dîsa zindî dike."
Hat diyarkirin ku êrişên li Tebqa, Reqa û Dêrezorê bi armanca "derxistina aloziyên etnîkî û olî" tên kirin û bi van êrişan hemû peymanên berê hatine binpêkirin.
Banga li Amerîka û Tirkiyeyê
Di daxuyaniyê de bangî hêzên navneteweyî hat kirin ku rola xwe bilîzin:
"Divê encama van êrişan di serî de Amerîka, ji aliyê hemû dewletên garantor ve baş were hesabkirin.
Em bangî Amerîka û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî dikin ku li dijî binpêkirin û êrişan gavên adilane û berbiçav biavêjin."
Her wiha bangî Tirkiyeyê jî hat kirin ku "sekna xwe ya neyînî ya li dijî maf û destkeftiyên gelê Kurd biguhere û roleke avaker bilîze."
"Rojava xeta sor e"
Înîsiyatifê di dawiya daxuyaniya xwe de banga yekîtiyê li Kurdan kir û got:
"Ji Japonyayê heta Amerîkayê, ji Mehabadê heta Hewlêr û Amedê Rojava xeta sor a hemû Kurdan e.
Dil û rihê her Kurdî li gel Rojavayê ye.
Her êrişeke li Rojavayê tê kirin, li hemû Kurdan tê kirin; serkeftin û parastina destkeftiyan encax bi yekîtiyê pêkan e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse