Hewlêr (Rûdaw) – Zimanzan û nivîskar Bahoz Baran ragihand ku ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê pêdivî bi stratejiyeke hevpar a hemû sazî û dezgehên Kurdan heye.
Bahoz Baran her wiha rexne li siyaseta zimanî ya heyî girt.
Zimanzan Bahoz Baran bû mêvanê bultena Rûdawê û behsa mijara dersên bijarte yên Kurdî û rewşa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê kir
Bahoz Baran bal kişand ser wê yekê ku tevî daxwaza zêde ya xelkê, siyaset û plansaziyeke xurt a saziyên Kurdan a di warê ziman de nîne.
“Mesele dualî ye”
Bahoz Baran destnîşan kir ku sedema rewşa heyî ya zimanê Kurdî hem bi dewletê û hem jî bi Kurdan ve girêdayî ye û got:
"Mesele dualî ye. Aliyek dewlet e, aliyek jî em Kurd û rêxistinên me ne.
Ji aliyê dewletê ve, tevî ku hin gavên wekî dersên bijarte hatine avêtin jî divê zimanê Kurdî di qanûnan de bê bicihkirin û bi awayekî fermî bê qebûlkirin."
Baran amaje bi rola Kurdan jî kir û diyar kir ku nabe her tişt wekî asîmîlasyon bê pênasekirin û destê Kurdan jî di vê rewşê de heye.
“Siyaseta zimanî ya Kurdan lawaz e”
Zimanzan Bahoz Baran rexne li nebûna plansaziyeke hevpar a saziyên Kurdan girt û anî zimên:
"Siyaseta Kurdan a zimanî lawaz e. Daxwaza xelkê heye, li gorî anketên dawî ji sedî 98ê xelkê zimanê Kurdî dixwaze.
Lê pirsgirêk ew e ku kadroyên pispor nînin ku vê daxwazê veguherînin proje û plansaziyan."
Baran bi bîr xist ku dema sala 2012an dersa bijarte hat qebûlkirin, rêxistinên Kurdan xwe nedan ber vî karî û got:
"Eger wê demê bi milyonan xwendekaran Kurdî hilbijarta, dewlet neçar dima ku mamosteyan tayîn bike."
“Divê Kurd plansaziyekê çêbikin”
Bahoz Baran pêşniyar kir ku hemû partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, baro û odeyên pîşeyî divê li hev bicivin û organîzasyoneke nû ya zimanî ava bikin.
Baran got, "Karê hemû sazî û dezgehan di nava Kurdî de heye. Odeya bijîşkan jî mecbur e li ser Kurdî bixebite, baro jî mecbur e.
Divê plan û plansaziya zimanî bê danîn û karbeşî bê kirin."
Kêmasiya materyalan
Baran di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka materyalên hînkirina zimanî û got:
"Em dixwazin zimanê xwe hînî însanan bikin lê 20 sal e heman materyal tên bikaranîn.
Îro divê bi dehan materyalên nû û aplikasyonên telefonê hebûna."
Bahoz Baran tekez kir ku divê zimanê Kurdî tenê di çarçoveya herêmî de neyê fikirîn û got ku Kurdî zimanekî cîhanî ye û divê di her warê jiyanê de bê bikaranîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse