Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîşa Rêveberiya Xweser) û Hêzên Ewlehiyê yên Sûriyeyê ji bo koçberên Efrînê vegerin cih û warên xwe, gihîşt bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî ANHAyê, di nav şandeyê de Fermandarê Hêzên Asayîşa Rêveberiya Xweser Mehmûd Xelîl (Siyabend Efrîn), Fermandarê Hêzên Ewlehiyê yê Parêzgeha Hisîçayê Merwan Elî, Fermandarê Hêzên Ewlehiyê yê Parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî û Fermandarê Hêzên Ewlehiyê yê Helebê Suraqa Emûrî cih digirin.
Şandeya Hêzên Ewlehiyê dê di çarçoveya plana vegera koçberan de bi birêvebiriya bajarê Efrînê re bicive.
Peymana HSD û hikûmeta demkî
Ev serdan di çarçoveya wê peymanê de tê kirin ku 29ê Kanûna Paşîn a 2026an di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin.
Yek ji bendên sereke yên wê peymanê jî vegera koçberan a bi ewlehî ya li herêmên wan e.
Hate diyarkirin ku dê di vê serdanê de vegera ewle ya koçberên Efrînê were garantîkirin.
Dê 400 - 500 malbat vegerin
Bi sed hezaran koçberên Efrîn, Şehba, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li dibistan û mizgeftên Qamişlo, Hisîça, Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxayê, Girkê Legê û Dêrikê dimînin.
Kombenda Civakî ya Efrînê, Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê û Nûnerên Civaka Sivîl ên Ewropayê 16ê Sibatê li Qamişloyê ji bo vegera koçberan daxuyaniyek dabû.
Di wê daxuyaniyê de hatibû eşkerekirin ku wekî koma destpêkê dê 400 heta 500 malbatên Efrînî vegerin bajarê xwe.
Li gorî zanyariyan, dê di nava vê hefteyê de roja vegera koçberên Efrîn û Şehbayê bi awayekî fermî were diyarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse