Asayîşê li ser bûyera li Silêmaniyê daxuyanî da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Otomobîl Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku bûyera îşev a li nêzîkî xala kontrolê ya Kelewananê qezayeke trafîkê ya asayî bûye û ti sedemeke din li pişt wê nîne.

Li ser rêya serekî ya ku Silêmanî û navçeya Dûkanê bi hev ve girê dide îşev derdora seat 19:40î otomobîk teqiya û bi temamî şewitî.

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê piştrast kir ku wesayît a berpirsekî wan bûye.

Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê, wesayîteke bi marka Toyota Land Cruiser dema diçû teqiya û şewitî.

Kesekî di nav otomobîlê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û kesê din bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Lê belê Birêvebirê Nahiyeya Pîremegrûnê Bekir Ebdulkerîm ragihand ku tevî hemû midaxeleyan ew kesê birîndar li nexweşxaneyê miriye.

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê bûyerê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya Dezgeha Asayîşê, piştî rûdanê tîmên lêkolînê yekser gihîştine cihê bûyerê.

Di encama lêkolînan de derket holê ku otomobîleke ji cureyê Land Cruiser ji ber qezaya trafîkê wergeriyaye û piştre agir pê ketiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dema qezayê de du kes di otomobîlê de bûn û di encamê de kesekî canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst