Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina çaremîn a li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.
DEM Partî dixwaze berî Newroza Amedê ew hevdîtin pêk were û bi rêya Heyeta Îmraliyê peyameke nû ya Ocalan di Newrozê de bi raya giştî re were parvekirin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got:
“Em di wê baweriyê de ne ku çûyîna şandeya me ya Îmraliyê dê bi sûd be.
Ji ber ku divê encamên wê banga ku hatiye kirin werin parvekirin.
Piştî bangewaziyê birêz Ocalan dê çi bibêje raya giştî gelekî meraq dike.
Eger berî Newrozê bibe û ji wê derê peyameke din a ku vê bangê bihêz dike bê, em dê memnûn bibin.
Çûyîna wê derê û anîna peyameke ji wê derê zererê nade kesî û sûdê digihîne pêvajoyê.”
"Dikare nameyê bişîne"
Desthilatê jî çiraya kesk ji bo peyama Ocalan a Newrozê pêxistiye lê bi mercê ku nivîskî be.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî anî ziman:
“Dikare nameyê bişîne û bi telefonê jî biaxive. Ev yek di yasayan de heye lê ne pêkan e ku bi vîdeoyê an jî bi weşana zindî pêwendiyê bike.
Heta niha daxwazeke wiha nehatiye kirin. Eger daxwaz were kirin dê derbarê nameyê nirxandin bê kirin.
Eger ji bo pîrozkirina Newrozê name bê şandin divê name li gorî rihê vê bangê be, berovajî wê wateya bangê namîne.”
Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan herî dawî sala 2013an ji bo pêvajoya çareseriyê nameyek şandibû Newroza Amedê.
Nameya wî bi Tirkî û Kurdî ji aliyê Pervîn Buldanê û Sirri Sureyya Onder ve hatibû xwendin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse