Li gundekî Amedê hestiyên mirovan hatin dîtin

18-05-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Hestiyên Mirovan Licê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li mezraya gundekî hejmarek hestiyên mirovan hatin dîtin û hestî ji bo bijîşkiya dadî hatin şandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 10ê Gulanê welatiyan di dema çêrandina pez û dewaran de li sînorê gundê Dêrqamê yê Licê 300 metre dûrî qeraxa çemê gund hejmarek hestî dîtin.

Piştî ku li şaxa Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Yasanasên Azad a Amedê û Baroya Amedê serlêdan hat kirin, ji aliyê van sê saziyan ve komîteyek hat avakirin û 15ê Gulanê li herêmê lêkolînek kir.

Piştî lêkolînê, komîteyê16ê Gulanê ji bo pişkinînê daxwaznameyek pêşkêşî Serdozgeriya Giştî ya Amedê kir.

17ê Gulanê li wê cihê ku hestî lê hatibûn dîtin, pişkinîn hat kirin.

Di pişkinînê de ku ji aliyê cendirme û tîmên Birêvebiriya Parastina Çand û Xwezayê ve hat kirin, parêzerên Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Yasanasên Azad a Amedê û Baroya Amedê jî beşdar bûn û hestî di bin du kevirên ku nêzîkî çar metran ji hev dûr bûn de hatin dîtin.

Ew hestiyên ku hatin dîtin ji bo saziya bijîşkî ya dadî hatin şandin, li gor encaman dê li navçeyê lêkolîn zêdetir bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst