Hewlêr (Rûdaw) - Piştî biryara bidawîanîna têkoşîna çekdarî û fesixkirina PKKyê de, Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê îro ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re çû Girtîgeha Îmraliyê.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hat dayîn, endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û parêzer Ozgur Erol ji bo hevîdtîna bi Abdullah Ocalan re çûn Girtîgeha Îmraliyê.
Di daxuyaniya derbarê serdana ku cara yekem e piştî biryara fesixkirin û çekdanînê ya PKKyê pêk tê de hat gotin, "Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û parêzer Ozgur Erol ji bo Birêz Abdullah Ocalan ziyaret bikibn îro çûn Girtîgeha Îmraliyê".
DEM Partî tevî ya îro, piştî banga Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an, cara 5emîn e Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ziyaret dike.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê, berê di 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an, 22yê Kanûna Paşîn a 2025an, 27ê Sibatê û 21ê Nîsanê de 4 caran çûbû Îmraliyê.
Di 2 hevdîtinên serî de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan cih girtibûn.
Di hevdîtina sêyemîn de, li gel Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, parêzerên Buroya Hiqûqî ya Asrinê Cengiz Çiçek û Faik Ozgur Erol û Ahmet Turk jî cih girtibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse