Komeleya Vadi-Dogayê ya Wanê li Başûrê Kurdistanê geştek li dar xist

18-05-2025
RÛDAW
Nîşan Komeleya Kulûba Werzişê ya Vadi-Dogayê ya Wan Xirîstiyanên Herêma Kurdistanê Geşt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Kulûba Werzişê ya Vadi-Dogayê ya Wanê ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê geştyar anîne Başûrê Kurdistanê.

Komeleya Kulûba Werzîş û Geştyariyê ya Vadi-Dogayê ya Wanê ku her hefte li cihekî geştyarî yê Bakurê Kurdistanê geşteke dike vê hefteyê li Başûrê Kurdistanê ye.

Komeleya Kulûba Werzişê ya Vadi-Dogayê ku sala 2012an hat avakirin,  her hefte herêmêke geştyariyê ya Bakurê Kurdistanê dide nasîn.

Her hefteyê ji gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çiyager, werzişvan û jîngeparêz beşdarî çalakiyên komeleyê dibin.

Komeleyê heta niha zêdeyî hezar geştan kirine.

Komeleya Geştyariyê ya Vadi-Dogayê, bi beşdariya 11 kesên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê geştek li dar xist.

Endamên komeleyê ji Zaxoyê dest bi geşta xwe kir û piştî serdana Dihok û Laleşê gihiştin Hewlêrê.

Endamê Komeleyê dê piştî temamkirina geşta xwe careke din vegerin Bakurê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst