Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya ji bo hatina meha Remezanê de pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir.
Sibe li Herêma Kurdistanê roja yekeme a meha Remezanê yê.
Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina meha Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:
"Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi boneya hatina meha pîroz a Remezanê, ez pîrozbahiya xwe pêşkêşî hemû Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.
Ez ji Xwedayê Mezin hêvî dikim ku rojî, nivêj û duayên hemûyan qebûl bike.
Hêvîdar im ev meha pîroz ji bo hemû aliyan xêr, bereket û aramiyê bîne."
Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê roja yekem a meha Remezanê diyar kir.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, çarşem (18ê Sibatê) roja yekem a meha Remezanê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse