Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu da zanîn ku pêywendiyên siyasî, ewlehî û aborî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de xurt in lê niha divê giranî li ser xurtkirina pêywendiyên mirovî û çandî be.
Erman Topçu her wiha tekez kir ku ew ji bo hêsankirin û bilezkirina pêvajoya dayîna vîzeyê dixebitin.
Di 102yemîn salvegera damezirandina Komara Tirkiyeyê de li Konsulxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê merasîmek hat lidarxistin.
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku pêywendiyên wan ên bi Herêma Kurdistanê re "gelekî baş in" û serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê wekî "di dema xwe de" bi nav kir.
Erman Topçu li ser bazirganiyê diyar kir ku qebareya bazirganiya di navbera Tirkiye û Îraq û Herêma Kurdistanê de 20 milyar dolar e û ew bawer dikin ku sêyeka wê bi Herêma Kurdistanê re ye.
Topçu her wiha da zanîn ku bi bipêşxistina projeyên rê û banan re, derfetên nû yên hevkariyê derdikevin pêş.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu re:
Rûdaw: Ez salvegera îro li we pîroz dikim. Hûn dixwazin çi bibêjin?
Erman Topçu: Spas, ez silavan li hemû temaşevanên Rûdawê dikim. Ev 102yemîn salvegera ragihandina Komara Tirkiyeyê ye. Îro Roja me ya Neteweyî ye. Gelekî taybet e ku em li Hewlêrê vê ahengê saz dikin. Her wiha ev 15emîn sala Konsulxaneya me ya li Hewlêrê ye, ev bîranîneke gelekî taybet e. Ji aliyê hemû partiyên siyasî û hemû beşên civakê ve beşdariyeke zêde heye. Em bi Komara xwe serbilind in. Ez hêvîdar im ku em dê bi dostên xwe yên hêja yên li Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê re, bi hev re ji bo siberojeke geş a aştî, şaristanî û bexteweriyê bixebitin. Ez hêvîdar im ku sala nû ya Komara me dê bibe şahidê gelek bipêşketinên erênî.
Rûdaw: Hûn rewşa niha ya pêywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê çawa dinirxînin? Ew gavên ku divê ji bo bihêzkirina têgihîştina dualî û hevahengiyê bên avêtin çi ne?
Erman Topçu: Gelekî baş in. Wekî hûn dizanin, Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî di van demên dawî de li Enqereyê bû, li gel Serokomar û Wezîrê me yê Karên Derve civiya. Civîn di dema xwe de bû, ji bo ku were nirxandin em li kû ne û gavên siberojê çi ne. Ji ber vê yekê, siberoj geş e û gelek mijar hene ku divê em bi hev re li ser bixebitin. Ji aliyê ewlehiyê, siyasetê û aboriyê ve em gelekî xurt in. Bi rastî, ez dibêjim ku divê em niha gelek hewlan bidin da ku pêywendiyên mirovî yên di navbera gelên xwe de xurttir bikin. Ev hêza me ya rastîn e û wekî Konsulê Giştî yê Hewlêrê, ev ew tişt e ku ez bi rêya çalakiyên hunerî û çandî hewl didim pêk bînim. Ez bawer dikim ku sala bê em dê di vî warî de tiştên zêdetir bibînin.
Rûdaw: Baş e, pêywendiyên bazirganî çawa ne? Derfetên berfirehkirina wan çi ne?
Erman Topçu: Nêzîkî 30 sal in karsazên Tirk li Herêma Kurdistanê dixebitin û ew beşeke girîng a çîroka pêşketin û serkeftina vê herêmê ne. Niha bazirganiya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de 20 milyar dolar e. Em bawer dikin ku sêyeka wê bi Herêma Kurdistanê re ye. Hîn jî gelek mijar hene ku divê bên geşkirin. Bi rêya serdanên dualî û serdanên bazirganan, em li rêyên zêdekirina vê hevkariyê digerin. Bi pêşxistina projeyên rê û banan re, derfetên nû derdikevin pêş.
Rûdaw: Derbarê vîzeyê çi heye? Xelkê vir li benda hêsankirina pêvajoya vîzeyê û erzankirinê wê ne.
Erman Topçu: Eger em behsa hejmara vîzeyên ku tên dayîn bikin, konsulxaneya min mezintirîn konsulxaneya Wezareta Derve ye. Hevkarên min bi şev û roj li ser daxwazeke gelek zêde ya xelkê kar dikin. Em gelekî kêfxweş in ku em vê daxwaza xwişk û birayên xwe yên li vir dibînin. Em hewl didin ku pêvajoya dayîna vîzeyê hêsantir û leztir be, ji ber ku em dixwazin zêdetir hevalên me serdana welatê me bikin. Eger hûn Tirkiyeyê ji vê erdnîgariyê derxin û welatekî din deynin cihê wê, di vê rewşa ewlehiyê ya niha de, ez bawer nakim ti welatek ew qas alîkar be. Wekî mînak, di dema nakokiya di navbera Îran û Îsraîlê de ku asîman hatibû girtin, Tirkiye ew welat bû ku sînorê xwe ji hemû welatiyên Îraqê re vekir da ku karibin vegerin welatê xwe. Em bi vê yekê serbilind in û em kêfxweş in ku xelkekî zêde serdana Tirkiyeyê dike. Bi îzna Xwedê, di siberojê de ew ê zêdetir jî bibe.
Rûdaw: Gelekî spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse