Mesûd Pizîşkiyan û Nêçîrvan Barzanî rûdanên li herêmê nirxandin

18-05-2025
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan\ Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan\ Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Nêçîrvan Barzanî Foruma Diyalogê ya Tehranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Mesûd Mesûd Pizîşkiyan pêşhatên herêmê gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyê ku ji bo forumê li Tehranê ye bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re civiya.

 Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de her du aliyan kêfxweşiya xwe ji asta pêwendiyên di navbera wan de diyar kir û tekezî li xwesteka hevpar a ji bo pêşvebirina hevkariya hevbeş, bi taybetî di warên bazirganî û aborî de kir.

Nêçîrvan Barzanî pabendiya Herêma Kurdistanê bi siyaseta cîrantiya baş li ser bingeha berjewendiya hevbeş û rêzgirtina ji hev re ducare kir.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha amaje bi hevbeşî û pêwendiyên dêrîn û kevnar ên Îran û Herêma Kurdistanê kir.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan paşeroja herêmê guftûgo kir û li ser girîngiya parastina aramiyê û çareseriyek aştiyane ya pirsgirêkan li hev kir.

Nêçîrvan Barzanî: Pêwendiyên me yên dîrokî yên bi Îranê re xurttir dibin

Her wiha çend mijarên din ên girêdayî berjewendiya hevbeş jî hatin nîqaşkirin.

Nêçîrvan Barzanî derbarê civînê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî ji ber civîna bi Pizîşkiyan re kêfxweşiya xwe anî zimên û got:

"Me tekezî li ser bipêşvebirina pêwendiyên dualî û firehkirina hevkariya hevbeş ên Komara Îslamî ya Îranê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kir."

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha got, di civînê de, "Me bipêşketinên dawî yên herêmê bi giştî nirxandin û li ser girîngiya parastina aramî û hevkariya berfireh li ser bingeha berjewendiyên hevbeş hev ra bûn."

Nêçîrvan Barzanî di paneleke taybet de li "Foruma Diyalogê ya Tehranê" axivî û behsa çend mijarên têkildarî herêmê kir.

Ji nav wan pêwendiyên "dîrokî" di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de.

Di vî warî de Nêçîrvan Barzanî got, "Pêwendiyeke dîrokî ya me bi Komara Îslamî ya Îranê re heye, ev pêwendî roj bi roj bi pêş dikevin.

Îran welatê yekem bû ku di dema şerê DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kir."

Serokê Herêma Kurdistanê, piştî civîna bi Mesûd Pizîşkiyan re bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî civiya.

Ji sala borî ve Nêçîrvan Barzanî gelek caran serdana Îranê kiriye, ev jî nîşaneyek e ji bo xurtbûna pêwendiyên bi rayedarên payebilind ên wî welatî re.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst