Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro piştî bidawîhatina serdana xwe ya Bexdaya paytexta Îraqê, çû Tehrana paytexta Îranê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku beşdarî Foruma Diyalogê yaTehranê bibe li ser vexwendineke fermî çû Îranê.
Foruma Diyalogê ya Tehranê ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ve tê organîzekirin.
Foruma Tehranê di navbera 18-19ê Gulana 2025an li Tehranê tê lidarxistin.
Serokatiya Herêma Kurdistanêdi daxuyaniyekê de got ku beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî ya di civînê de "piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo hewildanên diyalog û xurtkirina hevkariya avaker di navbera welat û gelên herêmê de, ji bo aştî û aramiyê, ji nû ve piştrast dike."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Nêçîrvan Barzanî dê li ser maseyê vîzyona Herêma Kurdistanê ji bo pêşeroja herêmê ronî bike û tekezî li ser şirîkatiya li ser bingeha rêzgirtin, yekîtî û berjewendiyên hevpar bike."
Serokatiya Herêma Kurdistanê got ku Nêçîrvan Barzanî dê bi serkirde û berpirsên bilind ên Komara Îslamî ya Îranê bicive û pêwendiyên Îranê yên li gel Îraq, Herêma Kurdistanê û rewşa herêmê bi giştî gotûbêj bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse