HPGyê nasnameya gerîlayekê eşkere kir

18-07-2025
RÛDAW
Nîşan HPG Asmîn Ardil Dijwar PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku gerîlaya YJA Starê Asmîn Ardil Dijwar (Sultan Nîlî) 18ê Gulana 2025an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê Asmîn Ardil Dijwar li navçeya Şaxê ya Wanê ji dayîk bûye û piştî şehîdbûna birayê xwe yê gerîla, tevlî refên gerîla bûye.

HPGyê sersaxî ji malbata wê û gelê Kurd re xwest û got, “Em soza xwe dubare dikin ku teqez xeyala şehîdên xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.”

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayê wiha ne:

Nasnav: Asmîn Ardil Dijwar

Nav û Paşnav: Sultan Nîlî

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst