Serok Barzanî li Akrê û Berdereşê guhdariya xelkê kir

18-08-2023
RÛDAW
Serok Barzanî li Akrê û Berdereşê guhdariya xelkê kir
Serok Barzanî li Akrê û Berdereşê guhdariya xelkê kir
Nîşan Serok Barzanî Akrê Berdereş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li navçeyên Akrê û Berdereşê bi xelkê re civiya û guh da gilî, gazin û xwestkên wan. 

Berpirsê Rêxistina PDKyê ya navçeya Akrê, armanca serdana Serok Barzanî ragihand. 

Li gorî vî berpirsî armanca serdanê ew bû ku ji nêzîk ve guhdariya xelkê bike û ji daxwaz û gazinên wan agahdar be.

Serok Barzanî çû navçeya Akrê ya Dihokê li avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi çend kesayetiyên navdar, berpirsên îdarî û endaman re civiya.

Di civînê de Parêzgarê Dihokê Elî Teter, Serokê Rêxistina PDKyê yê Dihokê Piştîwan Sadiq, qeymeqamên Akrê û Berdereşê û rêveberên partiyê amade bûn.

Serok Barzanî demjimêr 16.00an li Salona Konferansê ya Akrê bi xelkê navçeyên Akrê û Berdereşê re civiya.

Piştî axaftina xwe guhdariya daxwazên welatiyan kir.

Li aliyê din, civîn ji çapemeniyê re girtî bû.

Armanca serdana Serok Barzanî

Li ser serdana Serok Barzanî, Serokê Şaxa Akrê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Merdan Xidir ji Rûdawê re axivî.

Merdan Xidir diyar kir ku piştî kongreya 14an ya PDKyê, ev yekem serdana Serok Barzanî ya Behdînanê ye.

Merdan Xidir destnîşan kir ku armanca sereke ya vê serdanê Serok Barzanî guhdariya daxwaz û gazinên xelkê û agahdarbûna ji pirsgirêkên wan bû.

Xidir amaje bi wê yekê kir ku wan giringî da wê yekê ku ji hemû pêkhateyên civakê yên wek ji cotkar, esnaf, bazirgan û ciwan di nav beşdaran de hebin.

Ew kesên ku di civînê de amade bûne bi zelalî gilî, gazin û daxwazên xwe ji Serok Barzanî re ragihandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst