GEVER - Çîroka dilêş a jina li ser çêleka xwe ya mirarbûyî kirî girî

18-09-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Naîfe Xanima 65 salî û hevjînê wê 63 salî tevî keça wan  Zînnet û du neviyên  xwe niha debara xwe bi du çêlan dikin
Naîfe Xanima 65 salî û hevjînê wê 63 salî tevî keça wan Zînnet û du neviyên xwe niha debara xwe bi du çêlan dikin
Nîşan Naîfe Bilîcan Gever Çêlek
A+ A-

Gever (Rûdaw) – Gelek caran serpêhatiyek ji ber buyerekê ku nû çêdibe  dikeve rojeve  û dema mirov li dûv wê serpêhatiyê diçe, dibînî ku serpêhatiyên din jî hene ku dibe dilxweşker be yan jî dilêş be. Raya giştî ji çîroka Naîfe Bilican a ji navçeya Gevera Colemêrgê ew jina Kurd ku çêleka wê mirar bibû û wê jî li ser serê çêleka  xwe kiribû girî, agahdar e. Ji ber ku Naifê Bilîcanê tenê yek çêlek hebû ew jî mirar bibû wê ji ji bêçariyiya xwe hêsir ji bo çêla xwe baranddibûn.

Tîmeke Rudawê li Gundê Heleyîs ya Geverê serdana Naîfe Xanimê kir, lê di dema seredana tîma Rudawê de derket, ku keça wê Zînnet Xanim jî nexweşa Epîlepsîyê ye û ji ber  ku gellek caran dikeve  erdê , serûçavên wê birîndarin û zilamê wê jî 11 sal in di girtîgehê de ye. 

Xwediya Çêlê Naîfe Bilîcan got: “Ez bixwe nexweşa şekirê me. Çêla min mirar bû, herkes çû hawara çêlê min jî li nava serê xwe da û kire girî, lê ez ne ji bo malê dinyayê digirîm, ez ji bo êşa çêla xwe girîm çêla min gellek êşa bû, ji ber ku çêla min ji çiyayekî de ketibû xwarê, min jî bang kir min got bila parêzgarî, qeymeqamî û saziya alikariyên civakî ya Geverê dengê min bibîhîsin û alikariyekê bidin neviyên min ji ber nevîyên min bê mast û dew mane. Ez spasiya hemû kesan dikim.”

Piştî ku dîmenên Naîfe Bilîcan li ser medyayê belav bûn, şaredariya Etîmesgut ya Enqerê û parêzgariya Colemergê 2 çêl jê re şandin û heman demê ji aliyê xwarxwazan we jî beşek alikariyên darayî ji bo Naîfe Bilîcanê hatine şandin.

Naîfe Bilîcan derbarê alîkariyên hatine kirin de got: “Ez înkar nakim du çêl dane min, ez gellek spasiya wan hemuyan dikim, çêlek kesekî dibêjinê Dirbaz ( Serokê Şaredariya Bajêrge Dirbaz Buyuksu) , çêlek jî Parêzgarê Colemêrgê ji min re şandin. Xwedê ji wan razî be, her tişt ne tenê malê dinyayê ye, yên ku hema ez hatime bîra wan ji min re telefon kirine dengê min bihîstine ez spasiya hemûya dikim. Ez mecbûr bibûm ku dengê xwe bigehînim herkesê dawî ji min re du çêl hatine.”

Dema tîma Rûdawê ji bo bihîstina zêdetir çîroka Naîfe Xanimê çûye gundê Heleyîsê ew bûne şahidê çîroka keça wê zînnet Xanimê.  Zînnet Xanimê bi kesekî ji gundê Xelkava ya Elbakê re dizewice lê 11 sal beriya niha zilamê wê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ji ber bazirganiya sînorî tê girtin. Zînnet Xanim dayika 2 zarokan û nexweşa Epîlepsiyê ye û ne dahatek ne jî alikariyek nagehe destê wê.

Keça Naîfe Xanimê, Zînnet Polat jî got: “Min cihek nîne, odeyeke min hebû ew jî xirab kirine, ez nizanim zilamê min çawa ketiye girtîgehê, du zarok di destê min de mane û tasek tine em tê de xwarinê jî bixwin. Bi min re jî nexweşiya sara ( epîlepsî, tav ) heye. Ez du şev beriya niha jî ketime û ta hatiye min. Zarokên min kinc tine li xwe bikin, diya min û bavê min jî ez û zarok anîme cem xwe, ez ji diya xwe razî me eger ew nebûya ez dê li kolanan mabam û dê zarokên min bêxwedî maban.”

Naîfe Xanima 65 salî û hevjînê wê 63 salî tevî keça wan  Zînnet û du neviyên  xwe niha debara xwe bi du çêlan dikin û çavê wan lêye ku zêdetir alikariya wan bê kirin.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

DEM Partiyê derbarê biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da / Wêne: Rûdaw grafîk

Ji DEM Partiyê piştî biryarên Doza Kobaniyê yekem daxuyanî

DEM Partiyê li ser biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da û eşkere kir ku dê li hemberî cezayan serî netewînin.