Amerîkayê ji ber 'alîkariya DAIŞê' 20 sal cezayê girtîgehê bi ser kesekî Kanadayî de sepand

18-10-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Kanada DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîkayê bi tohmeta piştevanî û alîkirina DAIŞê li Sûriyê, cezayî 20 sal girtgehê li kesekî Kanadayî birî.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê roja Duşembê 17ê Cotmeha 2022an di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku dadgeha federal a wî welatî cezayê 20 sal girtîgehê bi ser welatiyekî Kanadayê yê bi navê Ebdullah Ehmed Ebdullah ê 37 salî de ku niştecihê parêzgeha Alberta ya Kanadayê ye, sepandiye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Dadê ya Amerîkayê, Ebdullah Ehmed Ebdullah hatibû tohmetbarkirin ku di salên 2013 û 2014 alîkariya 6 kesên tundrew ên ji Amerîkaya Bakur kiriye daku ew biçin Sûriyê û li wê derê jî tevli refên DAIŞê bûne.

Di dema dadgehkirinê de jî Ebdullah li xwe mukur hatiye ku wî dukaneke zêran li bajarê Edmontonê diziye û beşekî ji dahata diziyê daye wan 6 kesan ji bo ku biçin Sûriyê.

Ebdullah Ehmed Ebdullah 37 salî ye û di sala 2017an de hate girtin û sala 2019an radestî Amerîka hatiye kirin. Ew 6 tundrewên ku wî şandine Sûriyê jî hatine kuştin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst