Rêveberiya Xweser: Em hewl didin termên ciwanên Kobanî yên xeniqî vegerînin

18-10-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li Herêma Feratê Mihemed Şahîn ji medya nêzîkî HSDê re got, ew hewl didin cenazeyên ciwanên Kobanî yên ku di Derya Spî de xeniqîne vegerîn Kobanî.

Mihemed Şahîn got, ew bi rêya pêwendiyên dîplomasî hewl didin termên koçberên Kobanî ji Wehran a Cezayirê vegerînin

Rêveberî amade ye termê wan koçberan li ser hesabê xwe vegerîne Kobanî lê diyar kir, ji bo anîna termê koçberan astengên yasayî hene û ew jî karekî ne asan e.

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li Herêma Feratê herwiha got, ew ciwan bi awayekî qaçax derbasî Cezayirê bûne, ji ber wê yekê jî vegerandina wan zehmet e, lê Rêveberî bi rêya kanalên dîplomasî hewla vegerandina cenazeyan dide.

 Roja 3ê Cotmeha 2022an 2 belem di navbera Cezayir û Ispanya de binav bibûn, 4 kes rizgar bibûn û yên din jî xeniqî bûn.

Nasnameya koçberên qurbanî yên ji Kobaniyê bi wî awayî ye:

Ehmed Mihemed Remo (1981)

Şêran - Kobanî

……………………

Xelîl Elaedîn Silêman (1997)

Şêran - Kobanî

……………………

Basil Îsa (1994)

Til Xezal - Kobanî

……………………

Rênas Mislim Şêxo (1992)

Minaz - Kobanî

…………………….

Xelîl Şêx Nebî Mihemed (2004)

Helinc - Kobanî

…………………..

Qehreman Mihemed (1991)

Heleb

………………

Ehmed Zekeriya (1995)

Laziqiye

……………..

Cuma Ferhan (1997)

Kobanî

………………

Bekrî Bozan (1975)

Cirin - Girê Spî

Bavê 5 zarokan e

………………….

Rêber Ebdî

Minaz - Kobanî

……………………

Mihemed Mehmûd Osman (1972)

Koşkar - Kobanî

………………………

Bekrî Mihemed Elî

Com Elî - Kobanî

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst