Li Silêmaniyê Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê hat kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Kuştin Kêrkirin Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Silêmaniyê termê ciwanekî di otêlekê de hat dîtin.

Hat zanîn ku ew ciwan ji Bakurê Kurdistanê ye û di encama pevçûna bi hevalekî xwe re bi kêrê hatiye birîndarkirin û paşê li otelê canê xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê Erkan Elî, îro piştî nîvro li otêlake nêzîkî Mizgefta Mezin a Silêmaniyê termê kesekî hat dîtin û Asayîşê dest bi lêkolînê kir.

Çavkaniyekî ji Asayîşa Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand ku ew ciwan xelkê Bakurê Kurdistanê ye.

Li gorî agahiyan, şeva borî ew û hevalekî xwe pev çûne û bi kêrê hatiye birîndarkirin.

Çavkaniyê Asayîşê li ser hûrgiliyan got:

"Ew welatiyê Bakur şeva borî piştî pevçûnî vegeriyaye otêlê û ji bo wergirtina çareseriyê neçûye nexweşxaneyê.

Ji ber vê yekê bi şev li nav otêlê canê xwe ji dest daye."

Hat diyarkirin ku xebatkarên otêlê îro piştî nîvro dema ku jûr paqij kirine termê wî dîtine û wan hêzên ewlehiyê agahdar kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst