Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo hevdîtinên bi hikûmeta Sûriyeyê dê biçe Şamê û tê gotin ku dê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re bicive.
Çavkaniyeke bilind a Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re ragihand, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi mebesta civîna bi berpirsên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re dê biçe Şamê.
Ziyareta Mezlûm Ebdî di demekê de ye ku hewlên ji bo tvlîkirina sazî û hêzan zêde bûne lê di heman demê de aloziyên ewlehiyê yên li bajarê Helebê metirsî li ser pêvajoyê çêkiriye.
Çavkaniyê diyar nekir ka kî di ziyaretê de bi Mezlûm Ebdî re biçin.
Roja înê berpirsekî din ê Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re gotibû, dan û standinên di navbera Qamişlo û Şamê de qonaxa teorîk derbas kiriye û pêngavên pratîkî hatine avêtin.
Berdevkê Şandeya Dan û Standinan a Rêveberiya Xweser a Dêrezorê Yasir Silêman, hûrgiliyên peymana tê çaverêkirin eşkere kir ku li ser çend teweran disekine:
Dosyeya Leşkerî
Biryar e li Sûriyeyê tenê "yek artêş" hebe ku pêkhateya wê curbicur be.
Hûrgiliyên tevlîkirina HSDyê û cewherê pêkhateyan ji bo komîteya leşkerî ya hevbeş hatiye hiştin lê prensîb ew e ku "di welatekî de du artêş nabin."
Derî û samanên siruştî
Peyman heye ku petrol û dahat bi rêya saziyên fermî ji bo "hemû Sûriyeyiyan" be.
Her wiha deriyên sînorî yên li gel Îraq û Tirkiyeyê dê bi awayekî "hevbeş" werin birêvebirin, bi awayekî ku bi sîstema dewletê re bigunce û mafê fermanberên niha jî parastî be.
Sîstema Îdarî
Nêzîkbûn li ser peyrewkirina sîstema "nenavendî" heye.
Li gorî gotina Yasir Silêman, dikare kar bi Yasaya 107an were kirin piştî sererastkirina wê, da ku xelkê parêzgehan bi xwe parêzgar û berpirsên xwecihî hilbijêrin.
Vegera Saziyan
Beşek ji peymanê ew e ku fermangehên wekî Tapû û Tomara Şaristaniyê (Nifûs/Nasname) li deverên Rêveberiya Xweser werin çalakkirin.
Aloziyên li Helebê; astengiya li pêşiya peymanê
Hevdem li gel gotûbêjên Şamê, rewşa meydanî ya li Helebê aloz bûye û her du alî hevdû bi binpêkirinan tohmetbar dikin.
HSD radigihîne ku komên çekdar ên girêdayî bi hikûmeta Şamê ve, êvara Înê bi tank û çekên giran êrişî taxên ku piraniya şêniyên wan Kurd in, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kirine ku di bin kontrola Asayîşa Rêveberiya Xweser de ne.
Her wiha amaje bi wê yekê dikin ku xaleke wan a kontrolê bi mûşeka RPGyê hatiye armanckirin.
Asayîşa Rêveberiya Xweser hişyarî dide ku ev "pêngaveke nû ya zêdebûna aloziyan e".
Li hemberî vê yekê, Fermandarê Ewlehiya Hundirîn a Hikûmetê yê li Helebê Mihemed Ebdulxenî, nîşangirên HSDyê bi wê yekê tohmetbar kirin ku karmendekî polîs li xaleke kontrolê birîndar kiriye.
Wî berpirsî şeva Înê got, "Me bersiva çavkaniya guleyan da û me ew bêdeng kirin."
Garantiyên Navneteweyî
Ji bo rewandina tirs û bêbaweriya ku ji ber bûyerên wekî ya Helebê çêdibin, daxwaza garantiya navneteweyî tê kirin.
Li gorî gotina Yasir Silêman, Serokkomarê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer daxwaz ji Artêşa Amerîkayê kiriye ku rasterast serpereştiya pêvajoya tevlîkirina hêzên HSDyê ya bi artêşa Sûriyeyê re bike.
Di heman demê de "geşbîniyek heye" ku welatên Ereb û herêmî piştgiriya serxistina vê peymanê bikin.
Ev ziyareta Mezlûm Ebdî wekî hewleke dawî û yekalîker tê dîtin ji bo bicihanîna peymana Adara 2025an û bidawîanîna dabeşbûna leşkerî û îdarî li Sûriyeyê, eger aloziyên meydanî nebin asteng.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse