Hewlêr (Rûdaw) – Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê îro îdia kir, ku yek ji damezrîner û serkirdeyên pilebilind ên PKKê, Alî Haydar Kaytan di operasyoneke hevpar a MÎT û artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye. Herwiha hatiye îdiakirin, ku PKKê kuştina Alî Haydar Kaytan veşartiye.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê ku xwe dispêre çavkaniyên ewlehî û îstixbaratî, di operasyoneke Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) û Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) de ku li Herêma Kurdistanê hatiye lidarxistin, yek ji damezrînerên PKKê yê bi navê Alî Haydar Kaytan ê bi navê kod “Fuat” jiyana xwe ji dest daye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku derbarê Kaytan de ku di heman demê de endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ye, ji aliyê MÎT’ê ve lêkolîneke îstîxbaratê ya berfireh û pir alî hatiye kirin.
Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê herwiha îdia kiriye, PKK “ji bo pêşî li şikestina moralê bigire” ev rewş veşartiye.
Herwiha di nûçeyê de tê îdiakirin ku cenazeyê Kaytan li cihekî ku tenê payebilind dizanin hatiye definkirin û ew gerîlayên PKKê jî ku cenaze veşartine, hatine kuştin.
Lê belê dîrok û cihê operasyonê nehat diyarkirin.
Ji aliyê din ve heta niha derbarê îdiayan de ti daxuyanî ji çavkaniyên PKKê ve nehatiye dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse