Nêçîrvan Barzanî: HSDyê roleke girîng lîstiye

18-11-2025
RÛDAW
 Nêçîrvan Barzanî beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bû / Wêne: Rûdaw
Nêçîrvan Barzanî beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bû / Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî HSD Sûriye Tikriye Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku HSDyeê roleke girîng lîstiye û divê were berçavgirtin û got, “Ne rasteqîne ye ku endamên HSDyê yek bi yek di nava artêşa Sûriyeyê de cih bigirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Dihokê  beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bû û pirsên Nûçegihanê BBCyê Jiyar Gul bersivandin.

Nêçîrvan Barzanî  tekezî li ser siyaseta aştîxwaz a Herêma Kurdistanê, pêwîstiya yekrêziya Kurdan li Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kir.

"Şer tenê malwêranî anîne"

Nêçîrvan Barzanî rola Herêma Kurdistanê ya di siyaseta herêmê de wekî "faktora aştiyê" bi nav kir û got:

"Me berdewam hewl daye bibin faktora aştiyê û em dê siyaseta xwe ya aştîxwaziyê bidomînin."

Wî amaje bi ezmûna dîrokî kir û got, "Bi ezmûnê derketiye holê ku pirsgirêk bi şer çareser nabin. Şerên berê tenê malwêranî anîne."

Peyam ji bo Bexdayê û yekrêziya Kurdan

Nêçîrvan Barzanî derbarê pêwendiyên bi Bexdayê re rexne li helwesta hikûmeta Îraqê girt û got:

"Bexda bi awayekî nedestûrî û pir navendî li gel Herêma Kurdistanê miameleyê dike.

Bexda destûrê bicih nayîne û pirsgirêk ji wir derdikevin.

Divê em biryar bidin ku bi hev re biçin Bexdayê. Aliyên Kurdistanî çi qasî nakok bin jî divê berjewendiya Kurdistanê bizanin.

Divê em li Bexdayê bi hêz bin, da ku Herêma Kurdistanê bi hêz be."

Pêvajoya Aştiyê li Tirkiyeyê

Serok Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo pêvajoya ya li Tirkiyeyê ducare kir û got:

"Em di pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de alîkar in. Gavên Tirkiye û PKKyê ji bo pêvajoya aştiyê ciddî ne."

Rewşa Sûriyeyê û paşeroja HSDyê

Nêçîrvan Barzanî rewşa Sûriyeyê jî nirxand û got, “Biryar bû General Mezlûm Ebdî li vir be, Kek Mesrûr (Serokwezîrê Herêma Kuristanê) dibêje, dibe ku li rê be."

Barzanî derbarê çareseriya siyasî de got, "Me ji birayên xwe yên li Rojava re gotiye ku berê xwe bidin Şamê.

Sûriye bi sîstema navendî nayê birêvebirin."

Barzanî bal kişand ser rola HSDê û got, "HSDê roleke girîng lîstiye û divê were berçavgirtin.

Ne rasteqîne ye ku endamên HSDyê yek bi yek di nava artêşa Sûriyeyê de cih bigirin."

Pêwendiyên bi Îranê re

Serok Barzanî tekezî li ser pêwendiyên baş ên li gel Îranê kir û got, "Pêwendiyên me li gel Îranê hene û di paşerojê de gelek alîkarî dane me.

Me alîkariya ti aliyek li dijî Îranê nekiriye û em ê nekin."

Ev jî tevahiya hevpeyvîna li Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn a bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

Jiya Gul: Spas Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo amadebûna we.

Nêçîrvan Barzanî: Spas dikim, sax bin.

Jiyar Gul: Spas Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo amadebûna we di vê hevpeyvînê de.

Nêçîrvan Barzanî: Spas dikim, sax bin.

Jiyar Gul: Zaravayê min zêdetir nêzîkî Sineyî ye, hêvîdar im hûn ji min fêm bikin.

Nêçîrvan Barzanî: Kêşe nîne, em jî gelek li wir bûne, em fêm dikin.

Jiyar Gul: Di du salên borî de li vê herêmê gelek guhertin çêbûn, ji Libnanê bigire heta Îsraîl, Sûriye, Îran û Îraqê. Ez dixwazim bizanim, Kurdistanê çawa kariye xwe ji van hemû kêşeyan biparêze?

Nêçîrvan Barzanî: Gelek spas. Destpêkê divê ez spasiya rêkxêrên Foruma MEPSê ya li Dihokê bikim. Bi rastî ez ji bo vê civînê û vê rêkxistinê destxweşiyê li wan dikim ku me îro dît ku gelek kes beşdarî vê konferansê bûn. Ez destxweşiyê li rêkxêran dikim, destxweşiyê li kek Mesrûr dikim. Hemû rêkxêran karekî gelekî baş kiriye. Gelek spas ji bo cenabê te jî. Zaravayê Sineyî ne pirsgirêk e berevajî em pê kêfxweş in, da ku hin tişt bên bîra me.

Wekî siyaseta Herêma Kurdistanê, me her dem hewl daye ku em bibin faktora aramî û asayîşê li herêmê. Ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, me heta li Îraqê jî roleke erênî lîst. Me li gel birayên xwe yên li Bexdayê hewl da ku Herêma Kurdistanê û Îraq bi giştî nebin beşek ji pirsgirêkên herêmê. Siyaseta Herêma Kurdistanê her dem wisa bûye ku bibe faktorek ji bo aramî û seqamgiriyê li herêmê. Ev siyaseteke ku Herêma Kurdistanê pêk aniye û dê li ser wê jî bidome.

Jiyar Gul: Di çend mehên borî de Îsraîlê êrişî Îranê kir. Îraqê bi giştî karî xwe ji vê kêşeyê biparêze lê asîmana Îraqê bû qada balafirên şer ên Îsraîlê, her wiha mûşekên Îranê jî di ser asîmana Îraqê re derbas bûn. Hûn vê kêşeya ku îro li herêmê heye çawa dinirxînin?

Nêçîrvan Barzanî: Wek prensîp, em ne di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên heyî bi tundî û çekan bên çareserkirin. Em di wê baweriyê de ne ku kêşeyên heyî bi giştî pêwîstî bi hizireke rast û diyalogeke cidî heye. Şerê li navçeyê îspat kir ku ji bilî malwêraniyê tiştekî din bi xwe re nayne. Eger em lê binêrin, di encama wan şeran de li navçeyê malwêraniyeke mezin çêbû, li Felestînê û li cihên din.

Li gel vê yekê jî em di wê baweriyê de ne ku divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin. Em kêfxweş in ku niha ji bo vê mijarê destpêşxeriyek heye. Biryara duh a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser vê mijarê biryareke girîng bû, ew hewla ku Serok Trump dest pê kiriye. Em hêvîdar in ku ev hewldan bigihîje encamê.

Jiyar Gul: Demek berê, Serokê Amerîkayê Donald Trump nameyek ji cenabê we re şand û ji bo hewlên aştiyê destxweşî li we kir. Piştî wî, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio nameyeke dirêjtir ji we re şand derbarê çalakiyên we û Kurdistanê yên ji bo pêkanîna aştî û seqamgiriyê li vê derê. Li gorî nêrîna we, rola Amerîka û Trump li Rojhilata Navîn çi ye? Li gorî we, Amerîka heta çi astê dikare roleke xwe hebe?

Nêçîrvan Barzanî: Amerîka hêzeke mezin e li cîhanê, 'super power' e, û dikare roleke gelekî girîng li herêmê bilîze. Tişta ku pêwendiya wê bi me re li Herêma Kurdistanê heye, wekî ku min di destpêka axaftina xwe de ji cenabê te re got, siyaseta me li Herêma Kurdistanê ew e ku em dixwazin bibin faktora ewlehî û asayîşê li herêmê. Em dixwazin kêşeyên xwe yên ligel Bexdayê bi awayekî aştiyane û li ser maseya gotûbêjan çareser bikin. Em dixwazin roleke me hebe ku bi giştî aştî û aramî li herêmê hebe.

Herêma Kurdistanê kariye îspat bike ku dikare bibe faktora ewlehiyê û asayîşê li heêmê. Ji ber vê yekê, di vê çarçoveyê de, em dibînin ku Amerîka dikare roleke gelekî cidî bilîze, çi li ser kêşeya Filistî û Îsraîlê be, çi jî li ser kêşeyên din ên li navçeyê bin, ji ber ku ew hêzeke 'super power' e û dikare gelek tiştan bike.

Jiyar Gul: Di rojên borî de hilbijartin hatin kirin. Em dikarin bibêjin ku PDK wekî partî li Îraqê herî zêde deng bi dest xistiye lê îro min guh da axaftina Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şieya Sûdanî, wî behsa wê yekê kir ku wan ji partiyên din fraksiyoneke mezin ava kiriye da ku hikûmeta bê ava bikin. Gelo di nava partiyên Kurdistanê de ew biryar heye ku hûn hemû bi hev re û bi yek dengî biçin Bexdayê û wan kêşeyên ku di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de hebûn, li ser mijara mûçe û ewlehiyê çareser bikin? Ez bi xwe çend mehan li vir bûm, me dît ku çendîn êrîş li ser zeviyên petrolê hatin kirin. Hûn çawa dikarin wan kêşeyan çareser bikin? Gelo bi partiyên din ên Kurdistanê re gotûbêj heye ku hûn bi yek dengî biçin Bexdayê?

Nêçîrvan Barzanî: Li gorî nêrîna min, divê ew biryar hebe ku hêzên Kurdistanî bi hev re biçin Bexdayê. Em bi hev re dikarin wan destkeftan bi dest bixin. Ez di wê baweriyê de me ku hêzên Kurdistanî, her çend li Herêma Kurdistanê gelekî nakok bin jî pêwîstiya me bi wê heye ku em li Bexdayê formulekê bibînin. Divê xetên me diyar bin ku çarçoveya berjewendiyên Herêma Kurdistanê çi ye.

Beşek ji kêşeyan, pirsgirêkên partiyan bi partiyên din re ne. Kêşeya me bi partiyekê re heye, partiyekê kêşeya wê bi partiyeke din re heye. Ew hemû di cihê xwe de ne lê ya girîng ew e ku em hemû li ser yek tiştî li hev bikin, li ser wê yekê ku berjewendiya Herêma Kurdistanê çi ye, di çarçoveya berjewendiyên Herêma Kurdistanê de. Ez di wê baweriyê de me ku girîng e hêzên Kurdistanî, hemû ewên ku di van hilbijartinan de bi ser ketine, li gorî mezinahiya xwe, di zûtirîn dem de bi bernameyeke hevpar bi hev re, ne cuda cuda, biçin Bexdayê danûstandinan bikin û çarçoveyekê deynin û bizanibin berjewendiya Herêma Kurdistanê li ku ye û ji wê çarçoveyê dernekevin.

Tevî hemû kêşeyên me yên navxweyî jî me gelek caran gotiye, pêwîst e em li Bexdayê bihêz bin. Bihêzbûna Kurdan li Bexdayê garantiyek e, hem ji bo Îraqê û hem jî ji bo Kurdistanê. Ji ber vê yekê, tişta ku ez dixwazim û daxwaz dikim ew e ku hêzên Kurdistanî bi hev re û bi awayekî hevpar li Bexdayê amade bin.

Jiyar Gul: Li gorî nêrîna we, di çar salên paşerojê de em dikarin bibin şahidê destûreke nû ji bo Herêma Kurdistanê?

Nêçîrvan Barzanî: Dirûşma me ya vê carê di hilbijartinan de ew bû ku divê Îraq destûrê bi cih bîne. Ev yek ji daxwazên me yên sereke ye. Divê ev yek daxwaza hemû hêzên Kurdistanî jî be ku destûra Îraqê bê bicihanîn. Ya yekem, çavkaniya kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji ku dest pê dike?

Çavkaniya wê destûr û nebicihanîna destûrê ye. Ew miameleya ku Bexda li gel Herêma Kurdistanê dike ne destûrî ye, gelekî navendî ye. Ez her dem dibêjim, di ti sîstemeke federalî ya cîhanê de, hûn vî cureyê sîstemê û vî cureyê miameleyê ku li gel Herêma Kurdistanê tê kirin nabînin. Destûra Îraqê sala 2005an biryar li ser hatiye dayîn. Heta niha gotina me wekî Herêma Kurdistanê ew bûye ku divê destûr bê bicihanîn. Destûr garantora pêkvejiyana hemû pêkhateyên Îraqê ye, ne tenê Herêma Kurdistanê lê pêkhateyên din jî Sunne ye, Şîe ye, Tirkmen e, Mesîhî ye, Êzidî ye, hemû ew pêkhate ne.

Eger em bixwazin Îraq aram be, şertê yekem bicihanîna destûrê ye. Derbarê destûra Herêma Kurdistanê de, mixabin ez dikarim bibêjim, diviyabû me ev kar ji zû ve bikira. Me par hilbijartineke gelekî serkeftî kir. Spas ji bo gelê Kurdistanê ku rêjeya beşdariyê nêzîkî ji sedî 72 bû. Em hêvîdar in piştî vê hilbijartina Îraqê, em karibin bibin şahidê wê yekê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bê avakirin û bêguman karê yekem û xala yekem a pêşîn piştî wê, dê mijara destûra Herêma Kurdistanê be.

Jiyar Gul: Ez dizanim ku îro we li vê derê ligel çend serkirde, serokwezîr û çend partiyên din ên Iraqê gotûbêj kir. Gelo hûn geşbîn in ku hikûmeta dahatû ya Bexdayê dê xwedî wê îradeyê be ku kêşeyan çareser bike?

Nêçîrvan Barzanî: Ez di wê baweriyê de me ku piştî demeke dirêj a pevçûn û kêşeyan, em hêvîdar in ku hemû alî gihîştibin wê baweriyê ku divê kêşe bên çareserkirin. Mifteya aştî û seqamgiriyê li Îraqê, li gorî nêrîna min, çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de ye.

Ez di wê baweriyê de me ku eger Îraq bi cidî hewl bide wan kêşeyan çareser bike, ji aliyê siyasî ve Îraq dikeve qonaxeke gelekî cuda û serkeftîtir ji vê. Em hêvîdar in ku hemû hêzên Îraqî dersek ji raboriyê wergirtibin, bila ew ders ev be em navê wê qonaxê deynin, qonaxa bicihanîna destûra Îraqê û qonaxa çareserkirina hemû wan kêşeyên ku li gel Herêma Kurdistanê hene, li gorî wê destûra ku heye. Em hêvîxwaz in ku wisa be.

Jiyar Gul: Îro di dirêjahiya vê bernameyê de, min tiştên cuda ji wan kesên ku li ser pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê axivîn, bihîst. Meha borî we li Tirkiyeyê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê birêz Recep Tayyip Erdogan hevdîtinek pêk anî. Her wiha demek berê heyetek ji parlamenterên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê hatin vir û bi cenabê we re gotûbêj kirin. Îro min tiştek ji birêz Hoşyar Zêbarî bihîst ku got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê gavên pratîkî avêtine da ku ev pêvajo bi pêş ve biçe." Gelek kes dilgiran in ku pêvajo wekî sala 2015an têk biçe. Ez di wê baweriyê de me ku birêz Ahmet Davutoglu li vir e. Min wê demê hevpeyvînek li gel wî kiribû. Ez dizanim hûn bi hemû aliyan re diaxivin. Destpêkê, ez dixwazim bizanim ku hikûmetê çi gavên pratîkî avêtine ji bo alîkariya serkeftina pêvajoyê? Û heta çi astê hûn geşbîn in ku encama vê pêvajoya aştiyê wekî ya 2015an nebe?

Nêçîrvan Barzanî: Bi rastî, ev pirseke girîng e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem yek tişt gotiye, ew jî ew e ku em her dem amade ne ji bo alîkariyê bikin da ku pêvajo serkeftî be. Em di wê baweriyê de ne ku pêvajo xizmeta hemû pêkhateyên Tirkiyeyê dike û bandoreke wê ya gelekî girîng jî li ser Herêma Kurdistanê û tevahiya herêmê hebe. Me gotiye em amade ne her karekî ku bi me bê kirin, ji bo serxistina pêvajoyê bikin. Rola Herêma Kurdistanê ev bûye. Me bi awayekî pratîkî alîkarî kiriye da ku ev pêvajo bi ser bikeve.

Derbarê wê yekê ku gelo ev pêvajo cidî ye yan na, tişta ku min di hevdîtinên xwe yên li Enqereyê de dîtiye, bi taybetî di hevdîtina xwe ya li gel cenabê Serokkomar de, ev pêvajo gelekî cidî ye. Lê divê em realîst bin. Kêşeyeke 40 salî, bi şev û rojekê çareser nabe. Ev pêvajoyeke ku gelekî pêwîstî bi sebir û bêhnfirehiyê heye. Carinan dibe ku di qonaxekê de wisa bê hîskirin ku pêvajo gihîştiye xitimandinê lê wisa nîne.

Lê encama berhevkirî ya wan hemû salan, em nikarin bibin şahid ku di çend mehan de bê çareserkirin. Ez wisa dibînim ku ev pêvajo bi salan bidome. Lê tişta ku me heta niha di pêvajoyê de dîtiye, çi gavên Enqereyê, çi jî ew gavên ku em ji aliyê din ve dibînin, belê dibe ku pêvajo hêdî be lê li gorî nêrîna min, pêvajoyeke cidî ye û hêja ye ku em hemû alîkar bin ji bo ku bigihîje encamê. Rola Herêma Kurdistanê ew rol e ku demek berê hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû asankarî ji bo wê şanda ku ji Tirkiyeyê hatibû û çûbû Qendîlê kir. Niha jî ez dubare dikim, rola Herêma Kurdistanê roleke alîkar e da ku her du alî bigihîjin rêkeftinê. Careke din dibêjim a ku min li Enqereyê dîtiye û bihîstiye, cidiyeteke mezin heye ku divê ev pêvajo bi ser bikeve. Tişta ku em ji birêz Ocalan jî dibînin, her ew e ku tekez kiriye ku divê ew pêvajo bibe çareserî û ber bi aştiyeke wisa ve biçe ku hemû alî tê de sûdmend bin.

Jiyar Gul: Bê guman, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bandorê li Sûriyeyê jî dike. Ez dizanim we ligel, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî axiviye.

Nêçîrvan Barzanî: Biryar bû li vir be, nehatiye? Tê.

Jiyar Gul: Biryar bû li vir be?

Nêçîrvan Barzanî: Biryar wisa bû ku General Mezlûm Ebdî li vir be. Min got ka bizanim nehatiye? Kek Mesrûr dibêje, di rê de ye û tê.

Jiyar Gul: Eger di rê de be, ez dikarim ji bo vê hevpeyvînê li benda wî bim.

Nêçîrvan Barzanî: Li gorî keyfa te ye lê ew qasî zû jî nagihîje. Eger di rê de be jî dem jê re divê.

Jiyar Gul: Dema hûn çûn Antalyayê, we li gel Ehmed Şer (Serokkomarê Sûriyeyê) hevdîtinek kir, her wiha paşê we li gel Mezlûm Ebdî jî hevdîtinek kir. Ez dizanim we li gel her du aliyan axiviye. Gelê Herêma Kurdistanê jî temaşe dike ka dê encama wê pêvajoyê li Rojava çi be? Belê, Tirkiye roleke gelekî mezin dilîze. Ez bi kê re biaxivim, îro û duh min li gel dîplomat, mamosta û yên din axivî, hemû dilgirian in û dibêjin eger Tirkiye bixwaze ew mijara Sûriyeyê çareser dibe. Wekî ku min got, we li gel Serok Recep Tayyip Erdogan jî axiviye, heta çi astê hewldanên wan hene? Gelo Ehmed Şer jî xwedî wê îradeyê ye ku bi rastî kêşeya Kurdan bi vî awayî biparêze ku heye?

Nêçîrvan Barzanî: Bila ez ji vir dest pê bikim, bê guman gelê Sûriyeyê wekî welat û wek gel, hêjayî jiyaneke gelekî baştir in ji ya niha. Niha realîteyek li Sûriyeyê heye, ew jî çi ye? Cenabê Serokkomar Ehmed Şer li wir e. Em di wê baweriyê de ne ku ev şansekî mezin e ji bo ku Sûriye vegere aramî û asayîşê. Ez wisa dibînim. Gotina me ji bo birayên me yên li Sûriyeyê (Kurdên Rojava) du sê tişt bûne. Ya yekem, me her ji roja yekem ve ji wan re gotiye, herin Şamê, me ji wan re gotiye alaya nû ya Sûriyeyê hildin, nesekinin heta ku hûn bên vexwendin, ji ber ku ew welatê we ye, ew cihê we ye, ji ber vê yekê divê beşdariyeke we ya çalak di paşeroja Sûriyeyê de hebe. Me ev tişt ji birayên xwe re gotiye. Lê li gel vê yekê jî rastiyek heye. Mezlûm Ebdî û hêzên wan roleke bingehîn û mezin di rûbirûbûna terorê û mijara asayîşê de lîstine, hem li Sûriyeyê, hem jî bi bandora wê ya li ser Îraq û Kurdistanê.

Em sîstema navendî û birêveberiya navendî li Sûriyeyê wekî sîstemeke rast ji bo birêvebirinê nabînin. Sûriye welatekî pirnetewe û pirçand e. Em di wê baweriyê de ne ku birêvebirina Sûriyeyê bi awayekî navendî yê bihêz, Sûriyeyê nagihîne ti encaman. Pêwîst e li ser şêwazekê bê fikirîn. Em daxwaza wê nakin ku ev şêwaza ku li Herêma Kurdistanê heye, li wir bê kopîkirin. Me ev tişt negotiye. Belku me gotiye li gorî taybetmendiya Sûriyeyê û rewşa xwe, divê ew xwe li gel realîteya Sûriyeyê biguncînin.

Mixabin li Şamê hizreke ji bo birêveberiyeke navendî ya bihêz heye. Em ne di wê baweriyê de ne ku ew navendîparêziya bihêz karibe paşeroja Sûriyeyê ber bi başiyê ve bibe. Em di wê baweriyê de ne ku mafê tevahiya neteweyên Sûriyeyê, di çarçoveya Sûriyeyê de ji wan re bê dayîn û bigihîjin mafên xwe. Herêma Kurdistanê piştgiriya vê nêrînê dike û dê ji bo vê yekê bibe alîkar.

Ez di wê baweriyê de me ku Tirkiye gelekî dixwaze ew kêşe çareser bibin. Lê ez bi xwe wisa nabînim ku eger Tirkiye bibêje, dê were bicihanîn. Bi wî awayî nîne, xwendina min ne bi wî awayî ye. Berevajî, Tirkiyeyê hewl jî daye û hewl dide ku çareser bibin. Ev pirseke navxweyî ya Sûriyeyê ye, ew hikûmeta ku niha Sûriyeyê birêve dibe, divê ew bigihîjin wê qenaetê ku divê şêwazekî rastbîn û durist ji bo paşeroja Sûriyeyê pêşkêş bikin.

Jiyar Gul: Demek berê, ez li Rojava bûm û min bi General Mezlûm Ebdî re gotûbêj kir. Xeta wan a sor ew bû ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî yekîneyekê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin û bi vî awayî bimînin. Li gorî nêrîna cenabê we, Tirkiye yan Sûriye amade ne ku wê daxwaza Rojava qebûl bikin?

Nêçîrvan Barzanî: Tu dizanî çawa ye? Li gorî min ne realîst e ku ew wekî yek bi yek biçin nav artêşa Sûriyeyê, ev ne realîst e. Me jî sala 2003yan heman kêşe li gel Amerîkiyan hebû. Amerîkiyan ji me re digot divê hûn di nav artêşa Îraqê de bin. Me got ev ne realîst e. Piştî sê rojan ji gotûbêjan, ew hatin ser wê yekê ku navekî bibînin û gotin "şervanên çiyê" wan ev nav dît. Tê bîra min, wê demê pirs ji kek Mesrûr kirin ku eger em vê wergerînin, dê bibe çi? Wî got, "Willeh dibe Pêşmerge."

Derbarê wan de jî heman mijar e, ne realîst e ku bê gotin yek bi yek werin nav artêşa Sûriyeyê, divê rêyeke din bê dîtin. Niha wekî nimûne, Kampa Holê metirsiya herî mezin e û ew kesên ku gelekî tundrew û DAIŞî ne, li wir in. Divê ev mijar bi gotûbêjê ligel birayên me yên li HSDyê bê çareserkirin. Em di wê baweriyê de ne ku divê hin gav di zûtirîn dem de ji aliyê HSDyê ve bên bicihanîn. Wan ji meha adarê ve peymanek îmze kiriye û heta niha ti ben ji peumanê nehatiye bicihanîn. Ew li benda çi ne, ez nizanim.

Jiyar Gul: Kê ew bi cih neaniye?

Nêçîrvan Barzanî: Ji aliyê her du aliyan ve, lê zêdetir gotin li ser HSDê ye ku bi cih neaniye. Divê ev yek bi gotûbêjê bê çareserkirin. Em dibînin ku rewşa Sûriyeyê roj bi roj diguhere. Li gorî min, divê Kurd vê derfetê ji dest nedin, divê ev kêşe bi gotûbêjê û di demeke herî zû de de bên çareserkirin. Em jî wekî Herêma Kurdistanê dê bibin piştevan.

Jiyar Gul: Ez gelekî dixwazim vê pirsê bikim, ji ber ku ez xelkê Rojhilatê Kurdistanê me. Îranê sala 2024an bi mûşekan êrişî Başûrê Kurdistanê kir û got ku wê li baregeha saziya sîxuriyê ya MOSSADê daye û hikûmeta Herêma Kurdistanê tohmetbar kir ku li gel Îsraîlê li dijî Îranê kar dike. Lê 5 meh piştî wê, cenabê we çû Tehranê û li wir xalîçeya sor ji bo we raxistin. Di du rojan de we li gel Rêberê Îranê, Serokkomar û Serokê Parlamentoyê hevdîtin kir. Di nava 5 mehan de çi guherî ku hûn bi wê yekê dihatin tohmetbarkirin ku li gel Îsraîlê li dijî Îranê şer dikin lê dîsa jî bi vî awayî hûn pêşwazî kirin.

Nêçîrvan Barzanî: Ji bo vê yekê hin zelalkirin pêwîst in. Ya yekem, wek prensîp Îran cîraneke me ya girîng e. Siyaseta Herêma Kurdistanê jî li gel Îranê berdewam ew bûye ku dixwaze pêwendiyeke baş û bêkêşe hebe. Niha eger tu tenê ji aliyê aborî ve hesab bikî, di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de salane nêzîkî 11 heta 12 milyar dolar danûstandina bazirganî heye û piraniya wê jî ji Herêma Kurdistanê ye. Siyaseta Herêma Kurdistanê ti carî ew nebûye ku alîkariya ti aliyekî li dijî Îranê bike. Komara Îslamî ya Îranê berê alîkariya me kiriye û em bi spasdarî li hemû wan alîkariyan dinêrin.

Min di destpêkê de behsa wê yekê kir ku em dixwazin bibin faktora aramî û seqamgiriyê li herêmê, berê jî wisa bûye, niha jî wisa ye û di paşerojê de jî wisa be. Li gorî min, hin têgihiştinên şaş di navbera me û Îranê de hebûn. Lê gelo me alîkariya ti aliyekî li dijî wan kiriye? Me ti carî tiştekî wisa nekiriye û em nakin jî em nakin ji ber ku prensîbek heye ku em di siyasetê de pêk tînin, ew jî ew e ku em dixwazin bibin faktora aramî û seqamgiriyê. Ez di wê baweriyê de me ku ew têgihiştinên şaş bi wê serdana me ya ji bo Tehranê û bi taybetî piştî dîtina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê û berpirsên din ên Îranê, heta radeyeke mezin me karî em bigihîjin têgihiştineke hevpar li gel Îranê û ev yek heta niha jî berdewam e.

Jiyar Gul: Ez dixwazim wê pirsê dubare bikim, gelo siyaseta we guherî yan ew tohmet ne rewa bûn?

Nêçîrvan Barzanî:  Sedî sed ew tohmet ne rewa bûn. Ti berjewendiyên Herêma Kurdistanê nîne ku bibe beşek ji kêşeyan li gel ti aliyekî ji bo Komara Îslamî ya Îranê. Mijar ne em bûn. Em berê jî her wisa bûn, me her dem gotiye em spasiya Komara Îslamî ya Îranê dikin ji bo hemû wan alîkariyên ku dane me.

Jiyar Gul: Em dizanin ku kêşeya Kurdan li Sûriyeyê, li Tirkiyeyê, li vir û heta li Îranê jî heye. Sê sal berê ew hemû xwepêşandan çêbûn. Mijara Kurdistanê gelekî girîng e. Li gorî nêrîna we, eger ev kêşe li Bakurê Kurdistanê û Rojava çareser bibe, dê çi bandoreke wê li ser navçeyê hebe?

Nêçîrvan Barzanî: Herêmê di siyaseta înkarê ya van hemû salan de çi qasî qezenc kiriye? Ew siyaseta ku înkara Kurdan dike, bi ser neketiye. Ev yek çespandiye ku siyaseta înkarê bi ser neketiye. Em di wê baweriyê de ne ku ev kêşe, li wan herêmên ku Kurd lê ne, pêwîst e bi liberçavgirtina rewşa Kurdan li her welatekî ku lê dijîn, bên çareserkirin. Cenabê te amaje pê kir, realîteyek li Îranê heye tiştek heye bi navê pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê heye, li Sûriyeyê jî heye, divê ev bên çareserkirin.

Siyaseta Herêma Kurdistanê ew e ku em nayên ti modelan pêşkêş bikin û bibêjin divê em bi vê modelê çareseriyê wergirin. Em di wê baweriyê de ne ku divê çareserî li gorî liberçav girtina pêgeh û pirsgirêka Kurdan be di çarçoveya wan welatên ku Kurd tê de dijîn. Lê ev yek îspat bûye ku siyaseta înkarê bi ser nakeve. Niha cenabê te dibêje eger ev çareser bibin dê çi bibe? Li gorî min, eger ev kêşe çareser bibin, asoyeke nû dê li navçeyê ava bibe, asoyeke ku ji aliyê siyasî û aborî ve dê di berjewendiya hemû aliyan de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst