Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Al-Monitorê ya Amerîkî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêkeftina di navbera hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de roleke sereke lîstiye.
Piştî çendîn hefteyên şer û pevçûnan û metirsiya şerekî mezin, dawiyê Şam û HSDyê li hev kir.
Li gorî raporê, Nêçîrvan Barzanî bi têkiliyên xwe yên bihêz alî nêzîkî hev kirine û metirsiyên li ser Rojavayê Kurdistanê kêm kirine.
"Pêwendiya bi Trump re”
Rojnameger Amberin Zamanê di rapora xwe ya li Al-Monitorê de diyar kir ku dema tîmên dîplomatîk ên Amerîkayê mijûlî dan û standinan bûn, Nêçîrvan Barzanî bêdeng û bi rêya pêgeha xwe ya navneteweyî hewl dida rewşê aram bike.
Rapor eşkere dike ku Nêçîrvan Barzanî pêwendî bi Serokê Dezgeha Billy Grahamê û yek ji kesayetên dînî yên herî bi bandor ên Amerîkayê Franklin Grahamê re kiriye.
Di encama vê pêwendiyê de, Graham nameyek ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re şandiye û jê xwestiye ku ji bo rêlibergirtina êrişên li dijî Kurdan gavên pêwîst bavêje.
Donald Trump di bersiva xwe de nivîsiye, "Hate bicihkirin.”
Kîlîta çareseriyê
Li gorî raporê ji ber pêwendiyên bihêz ên Nêçîrvan Barzanî yên bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re û baweriya tam a Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ya bi wî, wî karîbû rolê bilîze û rêya rêkeftinê xweş bike.
Amberin Zaman beriya îmzekirina rêkeftinê li ser hesabê xwe yê Xê gotibû:
"Eger rêkeftin bi fermî were îmzekirin, divê spasiyeke zêde ji Nêçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî û Lindsey Graham were kirin."
Naveroka rêkeftinê
Li gorî zanyariyan, Şam û HSD li ser van xalan li hev kiriye:
Agirbest û entegrasyon: Pêvajoyeke bi qonax a ji bo tevlîkirina hêzên leşkerî û yekîneyên îdarî dest pê dike
Pêkhateya leşkerî: Sê lîwayên HSDyê dê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.
Taybetmendiya Kobaniyê: Dê lîwayeke taybet û cuda ya HSDyê ji bo parastina bajarê Kobaniyê hebe.
Vegera hikûmetê: Hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê vedigerin bajarên Hisîça (Hesekê) û Qamişloyê.
Guhertina helwesta Tirkiyeyê
Tirkiyeyê ku berê hebûna HSDyê bi temamî red dikir, niha nîşaneyên qebûlkirina rêkeftinê dide.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan gotiye, "Entegrasyoneke rasteqîn di berjewendiya Sûriyeyê de ye."
Li gorî Amberin Zamanê, ev rêkeftin dikare deriyê nêzîkbûna Enqere û Kurdên Sûriyeyê veke, mîna pêwendiyên aborî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de.
Trafîka dîplomatîk a li Hewlêrê
Di raporê de qonaxên hewldanên Nêçîrvan Barzanî wiha hatin rêzkirin:
16ê Kanûna Paşîn a 2026an: Pêwendiya bi Franklin Graham re û wergirtina bersiva erênî ji Trump.
17ê Kanûna Paşîn a 2026an: Civîna li Hewlêrê bi beşdariya Mezlûm Ebdî û Nûnerê ENKSyê Mihemed Îsmaîl.
Di civînê de tekezî li ser yekrêziya Kurdan û rawestandina şer hat kirin.
22yê Kanûna Paşîn a 2026an: Civîna duyem a bi Mezlûm Ebdî re li Hewlêrê.
Nêçîrvan Barzanî di heman demê de hêsankarî ji bo civînên şandaeta Amerîkayî (Tom Barrack û Admiral Brad Cooper) û serkirdeyên HSDyê kir.
Rola berdewam
Nêçîrvan Barzanî di tevahiya pêvajoyê de pêwendiyên xwe yên bi Erdogan re bi kar anîn da ku Enqereyê piştrast bike û rê li ber têkçûna rêkeftinê bigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse