Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomariya Fransayê (Koşka Elyseeyê) ragihand ku Serokkomar Emmanuel Macron bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer re axiviye.
Koşka Elyseeyê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de spasiya Nêçîrvan Barzanî kir û helwesta xwe ya li ser paşeroja HSDyê û Kurdên Sûriyeyê eşkere kir.
Spasiya ji bo Nêçîrvan Barzanî
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Emmanuel Macron rojên dawî rêzehevdîtin pêk anîne û wiha hat gotin:
"Serokkomar, di rojên dawî de danûstandinên nû ligel Serok Ehmed Şer, her wiha li gel General Mezlûm Ebdî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk anîn.
Serokkomar spasiya Nêçîrvan Barzanî dike ji ber hewlên wî yên navbeynkariyê."
Hat destnîşankirin ku armanca van hevdîtinan dîtina çareseriyeke mayînde ye ku di berjewendiya hemû herêmê de be.
“Nabe ku tevlîbûna HSDyê bi zorê be”
Fransayê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa HSDyê û entegrasyona wê ya di nav sîstema nû ya Sûriyeyê de.
Koşka Elyseeyê helwesta xwe wiha eşkere kir:
"Tevlîkirina siyasî, îdarî, leşkerî û aborî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) armanceke ku Fransa ji bo wê dixebite û piştgiriyê didiyê, lê nabe ku ev yek bi zorê û li ser hesabê ewlehiya xelkê sivîl ê li Kobanî yan Hesekê pêk were."
Hişyariya li ser agirbestê û DAIŞê
Fransayê hişyarî da ku agirbesta heyî "gelekî lawaz e" û xwest ku hemû alî ji aloziyan dûr bisekinin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku Fransa mil bi milê HSDyê şerê DAIŞê kiriye û Macron pesnê wêrekiya şervanan daye.
Koşka Elyseeyê li ser metirsiya girtiyên DAIŞê jî wiha got:
"Pevçûnên dawî, berdewamiya êrîşa li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk û encamên wê yên li ser kontrolkirina navendên binçavkirina çekdarên terorîst, rasterast zirar gihandiye van armancan."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse