Koşka Elyseeyê naveroka pêwendiya Macron û Nêçîrvan Barzanî eşkere kir

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Emmanuel Macron HSD Kurd Sûriye Koşka Elyseeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Koşka Elyseeyê derbarê naveroka pêwendiyê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Koşka Elyseeyê de hat diyarkirin ku her du serokan li ser çend mijarên herêmî û rewşa Sûriyeyê gotûbêj kiriye.

"Dilgiraniya li ser şerê Dêr Hafir û Meskenê"

Macron û Nêçîrvan Barzanî nîgeraniya xwe ya li ser şerê berdewam, bi taybetî li Dêr Hafir û Meskenê anî zimên.

Her du serokan bangî hemû aliyan kir ku tavilê rageşiyê kêm bikin û li ser agirbesteke mayînde li hev bikin.

Pêvajoya tevlîbûna HSDyê

Di beşeke din a daxuyaniyê de behsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hat kirin û wiha hat gotin:

"Wan piştgiriya xwe ji bo destpêkirina demildest a dan û standinên li ser tevlîbûna HSDyê ya nav dewleta Sûriyeyê nîşan da.

Hat xwestin ku ev yek li gorî Peymana 10ê Adarê û di berjewendiya yekîtî û aramiya Sûriyeyê de di demeke herî kurt de pêk were."

Parastina sivîlan

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Fransayê her wiha destnîşan kir ku tundiya li dijî xelkê sivîl nayê qebûlkirin û parastina gel bi temamî berpirsyariya rayedarên Sûriyeyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst