Dihok (Rûdaw) - Cengîz Çandar di bersiva pirsa Rûdawê ya derbarê berdana Selahattîn Demîrtaş da û got, “Îhtimala ku dawiya vê hefteyê yan jî hefteya bê derkeve gelekî xurt e.”
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Çandarê ku ji bo Foruma 6emîn a Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) li Dihokê ye pirsên Rûdawê bersivandin.
Çandar derbarê pêvajoya çareseriyê ji Rûdawê re got:
“PKKyê çek danîn. Ne tenê çek danîn, ragihand ku yekîneyên xwe yên dawî ji Tirkiyeyê vekişandine.
Doh jî got ku wan cihên li herêma Zapê vala kirine.
Niha dora dewleta Tirkiyeyê ye ku gavekê bavêje.
Ji bo avêtina wê gavê, li Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyoneke ku ji bilî partiyeke biçûk hemû partî tê de cih digirin heye.
Ew komîsyon ji 5ê Tebaxê ve dixebite û heta niha 17 civîn li dar xistine.
Vê hefteyê jî civînên xwe yên dawî li dar dixe. Guh da gelek kesan.”
“Tê payîn ku du pêşniyaryasa derkevin”
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Çandar anî ziman:
“Herî dawî dê guh bide Wezîrên Karên Derve û Karên Navxwe û Serokê MÎTê û dê xebatên xwe bi dawî bike û hefteya bê dest bi nivîsandina raporê bike.
Li gorî vê raporê tê payîn ku du pêşniyaryasa derkevin.
Yek, ji bo ku PKKyiyên çekdar karibin vegerin Tirkiyeyê û beşdarî jiyana civakî û siyasî bibin.
Ya duyem, ji bo ku endamên PKKyê yên di girtîgehan de ne û yên sirgûn ji girtîgehan derkevin û beşdarî jiyana civakî bibin.
Dê vê xebatê pêşkêşî parlamentoyê bike.
Parlamento jî dê biryarê bide û bike qanûn. Lewma em nêzîkî wê qonaxê bûne.
Niha ez wisa difikirim ku eger ji rê dernekeve - li vê herêmê her tişt dibe, ev Rojhilata Navîn e - wê demê dibe ku em di mehên Qanûna Paşîn-Sibatê de bibin şahid ku pêvajoya aştiyê nêzîkî encameke serkeftî bibe an jî bigihêje encamê.”
Demîrtaş dê kengî derkeve?
Çandar pirsa “Selahattîn Demîrtaş dê kengî were berdan?” wiha bersivand:
“Derbarê Selahattîn Demîrtaş biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya berdanê heye û ji ber ku îtiraza Tirkiyeyê hatiye redkirin ev biryar misoger bûye.
Lewma, li gorî hiqûqê divê Selahattîn Demîrtaş were berdan.
Jixwe diviyabû vê hefteyê bihata berdan lê ti deng derneketin.
Îhtimala ku dawiya vê hefteyê yan jî hefteya bê derkeve gelekî xurt e.
Ev gelekî girîng e, çimkî eger Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê dernekeve, wê demê ev hemû gotinên me û axaftinên me pûç in.
Heger Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de bimîne, ev tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê nîne.
Ew qasî girîng e. Ji ber vê yekê em bi xurtî texmîn dikin ku ew dê di demeke nêzîk de bigihêje azadiya xwe û em jî dê bigihêjin wî.”
Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Dihokê tê lidarxistin.
Di forumê de pirsgirêkên li Îraq, Kurdistan û Rojhilata Navîn tên gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse