Mesrûr Barzanî: Ez hêvîdar im hûn hemû piştgiriyê bidin tîma Zaxoyê

18-11-2025
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê Dihok Mesrûr Barzanî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dihokê di şeşemîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn de axivî.

Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê tê lidarxistin.

Mesrûr Barzanî di destpêka forumê de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku ev korbend ji bo çareserkirina pirsgirêkên vê herêmê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî bixêrhatina beşdaran di gotara xwe de got: “Ev foruma sala şeşemîn e ku ji bo gotûbêjkirin û çareserkirina pirsgirêkên vê herêmê tê lidarxistin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku peyamên ku di forumê de tên amadekirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, bigihîjin destê desthilat û berpirsan da ku jê sûdê wergirin.

Mesrûr Barzanî di beşeke din gotara xwe de amaje bi encamên hilbijartinên Îraqê jî kir û got:

"Di cih de ye ku ez serkeftina hilbijartinên Îraqê li her kesî pîroz bikim ku ji bo gelê Îraqê serkeftineke mezin bû.

Ez ji bo aliyên serkeftî û tevahiya gelê Îraqê serkeftinê dixwazim.

Her wiha di cih de ye ku ez daxwazê ji hemû beşdaran bikim ku FIFAyê tîma Zaxoyê ji bo alîgir û piştevanê futbolê yê herî baş namzed kiriye.

Li gorî pîvanên FIFAyê, hêvîdar im hûn hemû bi hev re piştgiriyê bidin tîma Zaxoyê û piştgiriyê bidin tîmên werzîşê yên Îraq û Herêma Kurdistanê."

Divê were gotin ku alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê, namzedên “Xelata Alîgirên Herî Baş a FIFAyê” ne.

Dengdan dê heta 28ê mehê bidome û hûn jî dikarin bi awayê online dengê xwe bidin Zaxoyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst