Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê got, "Pêvajo di navbera PKK û Tirkiyeyê de ye. Em ne aliyekî pêvajoya aştiyê ne lê em alîkar in."
Mesrûr Barzanî diyar kir ku rawestandina hinartina petrolê zerereke mezin gihandiye aboriya Îraq û Herêma Kurdistanê û got, zerera giştî zêdetirî 25 milyar dolarî ye.
Mesrûr Barzanî her wiha ragihand ku ji bo çareserkirina krîza mûçeyên fermanberan dê şandeyeke pilebilind a Bexdayê serdana Hewlêrê bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, piştî civîna kabîneyê daxuyaniyek da çapemeniyê û pirsên rojnamegeran bersivandin.
"Pêvajo di navbera PKK û Tirkiyeyê de ye"
Mesrûr Barzanî pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî nirxan û got:
"Pêvajo di navbera PKK û Tirkiyeyê de ye. Em ne aliyekî pêvajoya aştiyê ne lê em alîkar in."
Serokwezîr her wiha amaje bi rola Serok Mesûd Barzanî ya di pêvajoyê de jî kir û got:
"Serok Barzanî her tim hewl daye ku alozî nemîne û bi guftûgoyan pirsgirêk bên çareserkirin.
Ji ber vê yekê ji bo alîkariya vê pêvajoyê tiştê ku ji destê me bê em amade de ne.”
#VÎDEO - Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Pêvajo di navbera PKK û Tirkiyeyê de ye. Em ne aliyekî pêvajoya aştiyê ne lê em alîkar in pic.twitter.com/4FB4jGomhF
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 25, 2025
“Divê bi hemû aliyan re lihevkirin bê kirin”
Mesrûr Barzanî derbarê rawestandina hinartina petrola Kurdistanê de axivî û got:
"Vê rewşê zêdetirî 25 milyar dolarî zirar gihandiye aboriya Îraq û Herêma Kurdistanê. Hikûmeta Federal heta niha ti qerebûyek nedaye xelkê Kurdistanê. Ji bo ku hinardekirin ji nû ve dest pê bike, pêwîst e bi hemû aliyan re, bi taybetî jî bi kompanyayan re, lihevkirin were kirin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha amaje bi birîna mûçeyên fermanberan kir û diyar kir ku ew di vê pêvajoyê de berdewam li çareseriyê digerin û got:
"Em dê dev ji mafên destûrî yên gelê xwe bernedin. Ji bo çareserkirina vê krîzê me rojekê jî vala derbas nekir, em bi berdewamî bi rayedarên li Bexdayê re di nava têkiliyê de bûn."
Mesrûr Barzanî ragihand ku ji bo çareserkirina krîza mûçeyan dê şandeyek ji Îraqê serdana Hewlêrê bike û got
“Ev şande ne tenê şandeyeke teknîkî ye. Ew bi niyeta çareserkirina pirsgirêkê tên û ji bo çareseriyê soza xwe dane.”
Mesrûr Barzanî her wiha got, "Em dê deriyê danûstandinê bi Bexdayê re negirin.
Eger lihevkirinek çênebe, em dê bi rêya dahatên navxweyî û kêmkirina xerciyan, parastina mafên darayî yên gelê xwe bidomînin."
Peymana bi Amerîkayê re ya 110 milyar dolarî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi bîr xist ku di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Washingtonê, wî serperiştiya du peymanên mezin ên enerjiyê yên di navbera Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê û kompanyayên enerjiyê yên Amerîkî HKN Energy û WesternZagros de kiriye ku nirxê wan bi giştî digihîje 110 milyar dolarî.
Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku ev peyman mafekî destûrî yê Herêma Kurdistanê ne û got:
"Ev kompanya zêdetirî 15 sal in li herêmê kar dikin. Peyman ji her alî ve yasayî ne."
Şerê Îran û Îsraîlê
Mesrûr Barzanî her wiha amaje bi bipêşketinên li herêmê kir û aloziya di navbera Îsraîl û Îranê nirxand.
Serokwezîr Barzanî diyar kir ku bi hewldanên Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbest hatiye pêkanîn û got:
"Ev agirbest di berjewendiya tevahiya herêmê de ye. Îhtîmala belavbûna şer gefeke cidî bû.”
Serokwezîr tekez kir ku Herêma Kurdistanê hewl dide xwe ji şer û aloziyê dûr bixe û got:
"Ez spasiya Serokwezîr (Mihemed Şiya Sûdanî) dikim ku hewl dide Îraqê ji şer dûr bixe û her wiha ji ber hewlên wî yên dîplomatîk spasiya Wezîrê Karên Derve yê Îraqê (Fuad Husên) jî dikim.”
Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e herêm bikeve pêvajoyeke aştî û başbûna aborî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse