Mesrûr Barzanî: Em li bendê ne ku Bexda meaşan bişîne û dest ji cezakirina bikom berde

20-07-2025
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Projeya Avê ya Hewlêrê Îraq Meaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Em li benda Bexdayê ne ku meaşan bişîne û dest ji cezakirina bikom berde.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema vekirina Projeya Awarte ya Avê ya Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û li ser çend mijaran axivî.

Di nava wan mijarên Mesrûr Barzanî li ser axivî de mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, hinardekirina petrolê, Projeya Awarte ya Avê û karebaya 24 demjimêrî hebûn.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de behsa rêkeftina bi Bexdayê re û pirsgirêka meaşan kir û got:

“Tiştê ku erkê me ye, me ji wê zêdetir bi cih aniye û ji niha û pê ve jî em amade ne her erkên destûrî bi cih bînin lê em ne amade ne dest ji mafên xwe yên destûrî berdin.”

Mesrûr Barzanî behsa rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û da zanîn ku cara dawî dema şandeyeke bi beşdariya Bafil Talebanî û Fuad Husên bi rayedarên Îraqê re civiya, Bexdayê xaleke din li lihevkirina navbera Bexda û Hewlêrê zêde kir.

Barzanî destnîşan kir ku Bexdayê ji wan re gotiye, heta ku 230 hezar bermîl radest nekin ew dê meaşan neşînin.

Mesrûr Barzanî anî ziman, “Bexda ji me re dibêje, nabe ti dahatên we hebin lê mafê Herêma Kurdistanê ye ku budceya wê ya taybet ji Bexdayê hebe.”

Li ser cudahiyên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê yên di warê projeyan de Mesrûr Barzanî diyar kir ku Îraqê “biryara çêkirina 150 nexweşxaneyan daye lê yek ji wan jî Herêma Kurdistanê nagire nav xwe”.

Mesrûr Barzanî li ser pirsgirêka wan kesên ku dibêjin, “Çi bi serê dahata navxwe tê?” ragihand, “Ev proje bersiva me ye ji bo wan.”

Projeya Awarte ya Avê ya Hewlêrê

Mesrûr Barzanî îro Projeya Avê ya Hewlêrê vekir û ragihand, “Karkerên projeyê xwecihî ne.”

Mesrûr Barzanî li ser girîngiya projeyê anî ziman, “Êdî Hewlêr pêwîstî bi ava bin erdê nabîne.”

Barzanî dema vekirina projeyê behsa projeyeke din jî kir û got:

“Bernameya me heye ku em avê ji bo avdana baxçeyan ducare bi kar bînin û em dê di demeke nêzîk de dest pê bikin.”

Karebaya 24 demjimêrî

Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa karebaya 24 demjimêrî (Projeya Ronahiyê) kir û ragihand, “Pirsgirêka karebayê dê bibe dîrok.”

Barzanî li ser vê yekê amaje pê kir û da zanîn:

“Zêdetirî 2 milyon kes niha sûdê ji karebaya 24 demjimêrî werdigirin û ji sedî 80ê wan ji berê kêmtir pere didin.

Karebaya 24 demjimêrî ne li ser hesabê cihên din e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst