Zarok TV bi frekansa nû dest bi weşana nû dike

18-12-2021
RÛDAW
Nîşan Zarok TV Frekans Turksat Kurdî Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarok TV ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tekane kanala bi Kurdî ya zarokan e, frekansa xwe diguhere û bi frekanseke nû derbasî sala nû dibe. Rêveberê kanalê tekez dike, ew dê teknîkeke baştir weşana xwe berdewam bikin.

Rêveberê Giştî yê Zarok TVyê Faruk Korkmaz daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê sala 2022 bi frekansa nû weşana xwe berdewam bikin.

Li gor daxuyaniyê Zarok TV dê ji 1ê Çileya 2022an ve bi frekansa xwe ya nû li ser sataleyta `TÜRKSAT 3A/4A` weşana xwe berdewam bike.

Li gor daxuyaniya Korkmaz, Zarok TV dê bi teknîkeke baştir weşana xwe di 2022an de berdewam bikin û kesên dixwazin wan bişopînin divê frekansa kanalê ya nû saz bikin.

Temaşevan dikaribin bi awayekî manuel an jî otomatîk Zarok TVyê li ser frekansên nû bişopînin:

Frekans: 12685 MHZ

Sembol: 30000

Polarizasyon: Dikey

Vertical: (V)

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku bi milyonan zarokên Kurd ji xwendina perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in, Zarok TV tekane kanala bi Kurdî ye ku taybet ji bo zarok weşanê dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst