Mamosteyekî zimanê Kurdî li Sineyê hat desteserkirin

18-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlekariyê yên Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, mamosteyê zimanê Kurdî û Endamê Desteya Rêveber a Encûmena Çandî-Civakî ya Nûjînê desteser kirin.

Encûmena Çandî-Civakî ya Nûjînê di daxuyaniyekê de ragihand, îro Yekşembê 18ê Kanûnê demjimêr 14:00 hêzên emnî yên Îranê, Îdrîs Minberî Endamê Desteya Rêveber a Encûmena Çandî-Civakî ya Nûjînê desteser kirine û dest bi ser laptop û kelûpelên wî yên taybet de girtine.

Îdrîs Minberî ji damezrînerên Encûmena Çandî-Civakî ya Nûjînê û yek ji endamên Desteya Rêveber a wê encûmenê û herwiha mamozteyê zimanê Kurdî ye.

Encûmena Nûjînê di sala 2010an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye damezrandin û navenda wê li Sine ye, lê şaxên wê encûmenê li bajar û bajarokên wê parêzgehê heye.

Çalakiya sereke ya encûmenê fêrkirin û perwerdeya zimanê Kurdî ye, lê belê çalakiyên çandî û hunerî jî dike û jibo pêşxistina çanda Kurdî hewl dide.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst