Li Êlihê agir bi xaniyekî ket û kesekî 85 salî mir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Êlih Agir Abdurrahman Unutur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê agir bi xaniyekî yekqatî ket û di encamê de kesekî 85 salî mir

Li navenda parêzgeha Êlihê doh ji ber sedemeke nediyar agir bi xaniyekî yekqatî ket.

Di encamê de Abdurrahman Unuturê 85 salî mir û hevjîna wî Zaîde Unutur jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Zaîde Unutur ji bo dermankirinê veguhast nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst