KERKÛK - PDK û YNKyê bangî Kurdan kir: ‘Herin ser sindoqan’

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan Îraq Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan Kerkûk PDK YNK
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) - PDK û YNK bi lîsteyên cuda ketin hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê.

Her du partiyan bangî hilbijêran kir ku “biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”

Li Kerkûkê pêkhateyên bajêr bi 12 hevpeymaniyên cuda beşdarî hilbijartinên encûmena parêzgehê bûn ku piştî 18 salan tên kirin.

Di hilbijartinên 2005an ên encûmena parêzgeha Kerkûkê de “Lîsteya Biratiyê” ya bi serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji 41 kursiyan 26 kursî wergirtibûn û parêzgarî bûbû heqê Kurdan.

Partiyên Kurdan bi 5 tifaq û lîsteyan beşdarî van hilbijartinan dibin.

YNKyê bi Partiya Komunîst re tifaq kir û PDKyê jî bi hinek partiyên din ên biçûk re hevpeymaniyek çêkir.

Hevpeymaniya Meşaleyê ya ku ji aliyê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Komela Dadperweriyê (Komel) ve hatiye avakirin bi lîsteyekê û Nifşê Nû (Newey Nwê) û Partiya Sosyal Demokrat jî bi lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan dibin.

Partiya Zehmetkeşên Kurdistanê jî biryar da ku beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan nebe.

Herwiha Tevgera Goranê jî biryar da ku bi tena serê xwe beşdar bibe û hinek partiyên din ên Kurdan dê li Kerkûk û parêzgehên din bi berbijêrên serbixwe rikaberiyê bikin.

"Dengê xwe bidin"

Serokê lîsteya PDKyê Hesen Şêxanî piştî dengdanê bangî hilbijêran kir û got, “Girîng e ku welatî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”

Serokê lîsteya PDKyê Hesen Şêxanî diyar kir ku tevlîbûna hilbijartinê baş e lê hêviya wan zêdetir e û anî ziman:

“Pêwîst e welatî biçin ser sindoqan û pêşeroja me wekî pîvan li ber çavan bigirin da ku em xizmeta wan bikin.”

"Doza me Kerkûk e"

Serokê lîsteya YNKyê Rêbiwar Taha jî li dibistana ku lê deng da ji rojnamegeran re axivî.

Rêbiwar Taha jî li ser beşdariya xelkê got:

“Ji bo vegerandina encûmena parêzgeha Kerkûkê êdî dem hatiye ku gelê me dengê xwe bide.

Hilbijartin piştî ku 6 salan Kurd ji desthilata îdarî ya parêzgehê bêpar man, tên kirin.”

Serokê lîsteya YNKyê Rêbiwar Taha herwiha anî ziman:

“Em li vî bajarî gelên xwedî doza xwe ne. Doza me Kerkûk e, ne tiştekî din e. Ji ber vê yekê divê em ji bo pêşdebirina doza xwe biçin ser sindoqan.

Ev roj rojeke dîrokî ye û pêwîst e gelê me îro ji bo xwe vê dîrokê binivîsîne û dawî li vê xirabiyê bîne.”

Hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraqê

Demjimêr 7:00an hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraqê dest pê kir.

Li Îraqê piştî hilbijartinên 2013an ev cara ewil e hilbijartinên encûmenên parêzgehan tên kirin.

Hilbijartin dê li 14 parêzgehên Îraqê û Kerkûkê bên kirin ku piştî sala 2005an ev cara ewil e ev hilbijartin li Kekûkê tên kirin.

Nêzîkî 6 hezar berbijêran ji bo 285 kursiyan rikaberiyê dikin û mafê dengdanê yê 15 milyon û 108 hezar û 135 kesan heye.

Li hezar 166 navendên dengdanê 35 hezar û 553 sindoq hatine dayîn û dê xelk heta saet 18:00an karibe dengê xwe bide.

Bi rêya van hilbijartinan parêzgar tên hilbijartin, rêveberiyên parezgehan tên kontrolkirin û budceya ku ji bo projeyan tê veqetandin tê pesendkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst