Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê got, “Em qebûl nakin ku li Bakur aştî hebe lê li aliyê din (Rojava) tiştekî din hebe. Sînor hatine çêkirin lê em yek in.”
Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê pêvajoya heyî ji Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak re nirxand.
Wê got, “Mafê hêviyê û azadiya Birêz Ocalan ji bo me berî hemû gavan e” û da zanîn ku ji bo pêvajoya çareseriyê divê şert û mercên Abdullah Ocalan werin guhertin û "Mafê Hêviyê" bikeve meriyetê.
Gulcanê her wiha bal kişand ser wê yekê ku PKKyê gavên şênber avêtine û got:
"Çek hatin şewitandin, divê êdî werin li vê derê di siyasetê de cih bigirin."
Parlamentera DEM Partiyê diyar kir ku kilîla çareseriyê li Îmraliyê ye û wiha peyivî:
"Mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ji bo me berî hemû gavan e. Ji ber ku em vê yekê dizanin, heta ku ev pirsgirêk çareser nebe, hûn çi bikin jî nabe.
Eger îro behsa destpêkirina pêvajoyekê bê kirin, divê aliyek dewlet be û aliyê din Birêz Ocalan be.
Divê şert û mercên Birêz Ocalan werin guhertin, tecrîd rabe û mafê hêviyê bikeve meriyetê."
"PKKyê gav avêtin”
Gulcanê amaje bi wê yekê kir ku PKKyê di demên borî de ji bo çareseriyê gavên şênber avêtine û anî zimên:
"PKKyê xwe fesix kir, çeka xwe danî û çeka xwe sot (şewitand). PKKyê gavên şênber avêtine lê ji aliyê dewletê ve mixabin hîn jî gavên berbiçav û şênber nînin.
Eger îro pêvajoyek dest pê bike, divê ev yek bi guhertina makezagonê û misogerkirina nasnameya Kurdan be.
Çek hatin şewitandin, divê êdî werin (gerîla) li vê derê, di nava siyaseta demokratîk de cih bigirin."
Daxwaza zimanê fermî û perwerdeya bi Kurdî
Parlamentera Wanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser daxwazên bingehîn ên gelê Kurd û got:
"Em dixwazin Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê. Em dixwazin dawî li tayînkirina qeyûman were û îradeya gelê Kurd were naskirin.
Ev daxwaz ne tenê yên îro ne, em her tim van gavan dixwazin. Ji bo ku her gelek karibe bi çand, huner û zimanê xwe bijî, divê ev maf werin dayîn."
"Sînor hatine çêkirin lê em yek in"
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li ser pêwendiya çareseriya doza Kurdan a li Bakur û parçeyên din ên Kurdistanê, bi taybetî jî Rojavayê Kurdistanê axivî.
Wê diyar kir ku ew sepandinên "baviksalarî û netewedewletê" yên ku sînoran datînin qebûl nakin û wiha got:
"Em qebûl nakin ku li Bakur aştî hebe lê li aliyê din (Rojava) tiştekî din hebe. Sînor hatine çêkirin lê em yek in, em xwişk û birayên hev in.
Eger li Bakurê Kurdistanê aştî pêk were, divê ev yek li Rojava jî were dîtin. Divê gelê Sûriyeyê biryara xwe bide.”
Divê were gotin ku dê 4ê Kanûna Paşîn a 2026an li Amedê bi pêşengiya saziyên sivîl û DEM Partiyê ji bo mafê hêviyê mîtîngek were lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse