Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bangî desthilatê kir ku ji bo pêvajoyê gavan biavêje.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Ameda Bakurê Kurdistanê beşdarî civîna Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk bû û derbarê pêvajoya aştiyê axivî.
“Gelekî girîng e ku dewlet pêvajoya hiqûqî bi cih bîne”
Bakirhan bangî desthilatê kir ku ji bo pêvajoyê gavan biavêje û got ku divê dewlet ji bo aştiyê pêvajoyeke hiqûqî bide destpêkirin û li pey çû:
“Belê hinek serdeman behsa biratî, lihevkirineke civakî, demên borî û hevbeşiyên dîrokî tê kirin lê ev yek nebûye peymanek û hiqûqeke wê nîne.
Ji ber wê gelekî girîng e ku dewlet gavan biavêje û pêvajoya hiqûqî bi cih bîne.”
Tuncer Bakirhan bal kişand ser rola Parlamentoya Tirkiyê ya di pêvajoyê de û got:
“Parlamento yek ji navnîşanên sereke yên vê pêvajoya hiqûqî ye. Ev hiqûqa biratiyê û lihevkirina civakî bi pratîkên ku parlamento nîşan dide derdikeve holê.”
“Çima Parlamento?”
Hevserokê DEM Partiyê diyar kir ku aştî tenê bi gotin û diyarkirina niyetên baş pêk nayê û eger bi yasayan bê garantîkirin wê demê dibe aştî û li pey axaftina xwe çû:
“Bingeha pirsgirêka Kurdan çi ye? Bingeha pirsgirêka Kurdan ew e ku bi salan e em bi armancên cuda nîqaşan dikin lê bi ti awayî ev yek nebûye lihevkirineke dualî û nebûye metneke nivîskî ya hiquqî.
Belê hinek serdeman behsa biratî, lihevkirineke civakî, demên borî û hevbeşiyên dîrokî tê kirin lê ev yek nebûye peymanek û hiqûqeke wê nîne.
Ji ber wê gelekî girîng e ku dewlet gavan biavêje û pêvajoya hiqûqî bi cih bîne.
Dema em amaje bi parlamentoyê didin, ji ber wê yekê ye ku parlamento yek ji navnîşanên sereke yên vê pêvajoya hiqûqî ye.
Ev hiqûqa biratiyê û lihevkirina civakî bi pratîkên ku parlamento nîşan dide derdikeve holê.
Çima Parlamento? Ji ber aştî û çareserî ne tenê civakî ye, di heman demê de hiqûqî ye û dê zemîna hiquqî jî parlamento çêbike.
Çima Parlamento? Ji ber aştî ne tenê bi beyanên niyetên baş e, eger bi yasayan bê garantîkirin dibe aştî. Ji ber vê yekê jî em dibêjin parlamento.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse