Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêlqisê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kesekî êrişî mala şînê kir û 2 kes kuştin û 5 kes birîndar kirin.
Li Dîlokê kesekî bi navê Yasîn A. li tesîsa civakî ya şaredariyê ku wekî mala şînê tê bikaranîn, gule berdan kesên ku ji bo cenazeyê mirovên xwe kom bûbûn.
Yasîn A. mirovên xwe Hasan A, Muhsîn A, Mehmet A, Cuma A. û Orhan M, Şerîf Syê ku li wê derê bûn birîndar kirin.
Hat gotin ku ji ber zeviyan di navbera Yasîn A. û mirovên wî de dijmintî hebûye.
Li ser aghdarkirina kesên derdorê, polîs û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Hat zanîn ku Cuma A. li cihê bûyerê miriye.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêlqisê lê ji birîndaran Şerîf S. jî tevî midaxaleyan mir.
Yasîn A. piştî bûyerê reviya û polîsan xebat da destpêkirin da ku wî bigirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse