Li Nîjeryayê êriş: 24 kuştî

06-05-2024
Nîşan Nîjerya Êriş Kuştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Katsinayê ya Nîjeryayê 24 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeyên medyaya Nîjeryayê, endamên komên çeteyan bi çekan êrişî gundên Unguwar Sarkin Noma, Gangara, Tafi û Koreyê yên eyaleta Katsinayê kir.

Di van êrişan de 24 kes hatin kuştin û gelek kes hatin birîndarkirin ku jin jî di nav wan de hene.

Li Nîjeryayê demên dawiyê gelek êrişên çeteyan û êrişên Boko Haram û ISWAPê (şaxa DAIŞê ya Afrîkaya Rojava ye) rû didin.

Li welêt cezayê daleqandinê heye lê dîsa jî gelek kes ji bo fîdyeyê tên revandin.

Endamên çeteyan êrişî gundan, dibistanan û rêwiyan dikin û fîdyeyê dixwazin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst